Heybeta meşê dagirker tirsandin

Pêncşem 20 Çile 2022 - 22:21

  • Doh salvegera destpêka êrişên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê bû. Di heman demê de jî Berxwedana sedsalê dest pê kir. 

Doh salvegera destpêka êrişên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê bû. Di heman demê de jî Berxwedana sedsalê dest pê kir. Li gelek deverên Kurdistanê bi rasthatina rojê dagikerî hat rûreşkirin. Çalakiya herî bi heybet a bi vê armancê li Şehbayê bi xwe bû. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dagirker xwe li çalakiyê ranegirtin, û meşa li dijî dagirkeriyê kirin hedefa êrişên xwe yên nû. Dagirkeran pê re jî gelek deverên Efrînê û Şehbayê dan ber topan.

Doh piştî nîvrojê ANHA´yê ragihand ku gava xwepêşandêrên li Şehba bi rasthatina salvegera çaran a destpêka êrişên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê dimeşiyan, li gundê Dêr Cimêlê bûn, dagirkeran êrişî wan kiriye. Hat zanîn ku topên dagirkeran heta bi 30 metroyan nêzî xwepêşandêran li nava zeviyan ketine û ti ziyana canî çênebûye. Dagirkeran hema piştî vê êrişê gundê Aqîbê yê ser bi Şêrewayê da ber topan. Piştre jî gundên Soxanekê, Ziyaretê, Kefer Anton, Malikiye, Şiwarxe û Kela Şiwarxe, Meranaze û Elqemiye yên Şera û Şêrawayê bi topan hatine bombekirin. Hat zanîn ku 20 guleyên topan li van gundan ketine.  

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.