404 kesên ji pîşeyên cuda, piştgirî dan 'Belavoka Porspiyan' û got, "Gef li me tê xwarin. Em ji muxalefetê dixwazin, ji bo platforma herî berfireh a demokrasiyê ava bike, bila bikeve nava liv û tevgerê."
Piştgiriya ji bo belavoka "Porspiyan" dewam dike ku 21'ê Tîrmehê ji aliyê 101 siyasetvan, akademîsyen, nivîskar û hunermendan ve hatibû weşandin. '404' welatiyan jî pitşgirî da 'Porspiyan'.
404 kesên ji pîşeyên cuda dibêjin, "Em jî weke banga 101 Porspiyan, dibêjin; li welatekî ku bi tenê maye, bêqîmet bûye, ji feraseta demokrasî û dewleta hiqûqê dûr ketiye, azadî lê tê bisînorkirin, lêgerîna li maf tê tepisandin, her roj bi dehan jin tên kuştin, tê xwestin ku mafên jinan bên bisînorkirin û medya bûye tenê dengek; li nava rewşeke ku dubendî, kîn û hêrs tê sorkirin; em dibînin ku her lêgerîna li maf, dengê muxalîf sûcdar tê dîtin, dibin hedefa şideta polîsan û bi rengekî neheq tên mehkûmkirin, gef li xizmên me, dostên me û li me tê xwarin.
Ji bo ev rewş bê guhertin; divê desthilatarî guh bide dengê welatiyan, muxalefet jî ji bo avakirina platforma demokrasiyê ya herî berfireh divê bikeve nava liv û tevgerê. Ev yek gaveke lezgîn û pêwîst e."

ANF/STENBOL