• Ewqas emeliyatên ku lê hatin kirin, gelekî zor dabûn wê. Dibe ku bedena wê nekarî zêde vê rake, lê belê em ji we re qala wê ya beriya birîndarbûnê bikin...

Li ser Hêvî gabar a beriya bi sê rojan li gundê xwe Baqistan a Stewrê cenazeyê wê hat veşartin, hevrêyê wê Devrîş Çîmen di ANF´yê de bi sernavê Vegera Hêvî nivîsî:
"Sala 2015'an dema ku li Rojava li dijî kesên ku ruhê wan tarî bû şer dikir, bi giranî birîndar bû lê tevî vê yekê jî xwe li jiyanê girt û ji aliyê mirovên ew nas dikir ve weke 'mûcîzeyê' dihate binavkirin. Ji bo Nûpelda, Şîlan, Zîlan û gelek hevalên wê demê pê re man, bû hêvî û çavkaniya sûdwergirtinê.
Ewqas emeliyatên ku lê hatin kirin, gelekî zor dabûn wê. Dibe ku bedena wê nekarî zêde vê rake, lê belê em ji we re qala wê ya beriya birîndarbûnê bikin...
Hêvî Gabar... evîndara çiya û Gabarê... 4'ê Nîsana 2004'an li Çiyayê Şehîd Harûn ê Qendîlê bi komek ji serpêhatîperestan re soz dabû; "Em ê belav bibin, em ê biçin, em ê têbikoşin, lê belê 4'ê Nîsana 2020'an em ê li vir, li vî çiyayî careke din li hev bicivin..."
Yên ku li wir soz dan hev bi rê ketin... Devrîm, Baz, Tevger, Jindar, Agir, Dîrok û Serdem di dem û cihên cuda de ketin hembêza xakê... Yên mayî jî li gorî wê sozê jiyan, têkoşiyan...
Îranê piştî girtina salekê, Hêvî radestî Tirkiyeyê kir. Hêvî zêdeyî salekê li hepseke Tirkiyeyê hate hiştin. … Ew êdî rojnamevanek bû ku li dijî derewan û şaşitiyê, bûbû parêzvana rastiyê. Li Amedê her kes hînî vê rojnamevana biçûk a şoreşger bûbû. Dewleta Tirk gefa girtinê lê xwar. Mîna ku ev yek bi dilê wê bû, bi kêfxweşî Adara 2011'an careke din berê xwe da qadên azadiyê.
Hêviyên mezin ên hevalên xwe li bedena xwe ya biçûk bi cih kiribûn. Mîna siwarekê bû ku timî dikeniya û çavên wê dibiriqîn. Piştî ku [cara pêşî] birîndar bû bi salekê vê carê sala 2015'an li eniya Serêkaniyê bû. Coş, kelecan û biryardariya wê qet neguherîbû...
Rojên dawî yên bihara 2015'an bû. Hêvî ku wê demê li nêzî Serêkaniyê bû, ji ber teqîna mayina DAIŞ'ê birîndar bûbû.
Li gundê Baqistanê yê Stewra Mêrdînê ku tenê du salên zarokatiyê lê bû, weke evîndara çiyê û hevrêyan, weke Hêvî Gabar vegeriya. Aborjîn dibêjin, "Em mêvanê vê demê ne, mêvanê her cihî ne. Em tên û diçin. Armanca me çavdêrî ye, hînbûn e, mezinbûn e, hezkirin e û piştre vegera li malê ye..." Hêvî weke kulîlkeke bi heybet a baxçeyê gelan, bû keçeke Kurd a çavdêrî dikir, hîn bû, mezin bû, hate hezkirin û vegeriya "mala xwe..."

NAVENDA NÛÇEYAN