• Bi munasebeta 25'ê Mijdarê bi pêşengiya Rêxistina Viyan, jin li Kerkukê derketin ser dikê û bal birin ser şidetê. 

Bi munasebeta 25'ê Mijdarê bi pêşengiya Rêxistina Viyan, jin li Kerkukê derketin ser dikê û bal birin ser şidetê. 

Welatiyên Kerkukê bi pêşengiya Rêxistina Viyan, li Senter Mol a nava bajêr kom bûn. Rêvebera Rêxistina Viyan, Fenaz Faruq li ser giringiya rojê axivî, paşê jî jinên şanoger derketin ser dikê û şanoya bi navê Kerkuk a Penaber pêşkêş kirin. 

Fenaz Faruq da zanîn ku ji bo rakirina şidetê pêdivî bi perwerdekirina zarokan a li ser bingehê wekheviya zayendî heye û wiha domand: “Zarok li ser bingehê zayendperestiyê tên mezinkirin. Heger em binihêrin li gotinên ji zarokên kur re tên gotin cuda ne yên ji zarokên keç re tên gotin, cuda ne û li ser wê tên perwerdekirin. Ji bo wê jî heger em hewla jiyaneke aram didin, pêdivî heye destpêkê wekheviya zayendî ji perwerdeya mezinkirina zarokan dest pê bike.” 

Fenaz Faruq ji bo parastina mafê jinan jî got, pêdivî bi hevgirtin û xwedîderketinê heye: “Pêwîst e rêxistinên jinan hewil bidin xwe bigihînin jinên şidet li wan dibe. Ji bo kêmkirina şidetê pêdivî bi yekgirtin û lihevxwedîderketinê heye.”
 
Kerkûka Penaber

Piştre lîstika şanoyê “Kerkuka Penaber” a jinên şanoger ên Kerkukê, hate pêşkêşkirin. Lîstik li ser wan jinan e ku kesukarên wan ew kuştine.

Di dawiya çalakiyê de kurtefilmek ji bo parastina mafê jinê li hola sînemayê ya Senter Mol hat nîşandan. 

Di dawiyê de jî stran hatin gotin. 

ROJNEWS/KERKÛK