Şandeyeke MSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Rusyayê ye. Şande li Moskovê bi nûnerên Wezareta Derve re civiya. Hat zanîn ku hevdîtin erênî bûne.

Ofisa Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî serdana şandeyê daxuyaniyek da û got, “Li ser vexwendina fermî ya Wezareta Karûbarên Derve ya Rusyayê şandeyeke MSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serokatiya Îlham Ehmed bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Rusyayê a bi serokatiya Mîxaîl Bekdanov re civiyaye. Hevdîtin erênî bû, li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê li gorî biryara navneteweyî 2254 û pêwîstiya tevlîkirina MSD`ê di xebatên siyasî de hat misogerkirin û sûcên domdar ên Enqereyê yên li dijî serweriya xaka Sûriyê hatin nîqaşkirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku par jî Îlonê şandeya MSD’ê bi serokatiya Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov re civiyabû. MSD’ê ji Rusyayê xwestibû ku piştgiriya opozîsyona nîştimanî ya demokratîk bike û bi roleke bingehîn di diyalogan de rabe da ku gavên cidî ber bi çareseriya siyasî ve werin avêtin. 

NAVENDA NÛÇEYAN