Hevdîtina bi Ocalan re ferz e

Pêncşem 12 Çile 2023 - 00:01

Nobeta parlamenterên HDP'ê ya li dijî tecrîdê dewam dike. Wekîlan got, "Ji bo çareseriya demokratîk, divê tavilê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin."

Nobeta Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bi daxwaza pêkhatina hevdîtina parêzeran bi Rêber Abdullah Ocalan re doh di roja 15'an de dewam kir.

Parlamenter Kemal Bulbul, Abdûllah Koç, Mûazzez Orhan, Siddik Taş, Huseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, Kemal Pekoz, Celadet Gaydali, Remziye Tosûn û Nûran Îmîr bi dowîzên "Bila hiqûq li Îmraliyê bi cih bê anîn" û "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclîsê daxuyanî dan.

Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul got, “Li Girava Îmraliyê sîstemeke ku li Destûra Bingehîn û sîstema hiqûqê nayê, bi cih tê anîn. Desthilatdariya AKP-MHP'ê tecrîd bi rêk û pêk kiriye, li dijî mafên mirovan û azadiyê sûc dike. Tecrîd sûcekî hiqûqî ye. Li vê derê sîstemeke navneteweyî, komployeke navneteweyî heye. CPT çû li wê derê lêkolîn kir, lê encamên wê bi raya giştî re parve nekirin. Di vir de raya giştî ya demokratîk, gelê Kurd, HDP gelekî bi fikar e."

Kemal Bulbul diyar kir ku rabûna li ber tecrîdê, parastina demokrasî, mafên mirovan, azadî, wekhevî û edaletê ye: "Em bawer dikin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê divê dawî li tecrîdê bê anîn û hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. Lê belê em jî li vir hatine tecrîdkirin."

Kemal Bulbul herî dawî got, "Tecrîd sûc e. Divê tavilê dawî li sûcê tecrîdê bê anîn û ji bo çareseriya aştiyane demokratîk hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin."

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.