Heta şehadetê şer kirin
Duşem 6 Sibat 2023 - 01:12
HPG'ê nasnameya 5 şehîdên Bestayê eşkere kir û da zanîn ku wan bi fedaîtî heta şehadeta xwe şer kiriye û beriya şehîd bibin derb li hêza operasyonê ya dagirkeran xistine.
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên jin ên li Bestayê şehîd bûn, eşkere kir û got, "Hêzên me yên YJA Starê yên fedaî û pêşeng ku bi rengekî destanî li ber xwe dan, bûn rûpakiya jin ên azad û gelê Kurdistanê."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên şehîd, ev agahî dan, "Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya kontrayan di 21'ê Çile de li herêma Besta ya Botanê dest bi operasyonekê kir. Hêzên me yên YJA Starê yên pêşeng ji bo derbê li êrişa dijmin bixin, ketin nava liv û tevgerê, dagirker û kontra xistin bin kontrola xwe û di 22’yê Çile de destpêkê bi sekvaniyê li kontra Nîmet Encu xistin û ew ceza kirin. Dijminê tirsonek û kontrayên hov û har, newêriyan sîng bi sîng li hemberî hêzên me yên YJA Starê yên fedaî şer bikin, bi teknîka xwe ya şer bombardûmaneke giran li qadê kirin. Di vê bombardûmana bi saetan de, du hevrêyên me şehîd bûn. Hêzên me vê carê jî bi sabotajê li hêza dijmin xistin ku xistibûn bin kontrolê û 2 dagirker ceza kirin û dagirkerekî payebilind jî birîndar kirin. Çar hevrêyên me 22 û 23'ê Çile li dijî dagirkeran, kontrayên xayin û teknîka şer a di destê dijmin de bi lehengî şer kir, li gel derfetên kêm jî bi rengekî destanî li ber xwe dan û ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bi fedaîtî şehîd bûn.
HPG derbarê jiyan û tekoşîna gerîlayên şehîd de jî ev agahî parve kirin.
ROJBÎN DÊRSIM: Li Geverê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Sala 1996'an hevrêya me Rojbîn tevlî nava refên gerîla bû. Ji sala 1996'an heta sala 2003’yan ji Garê heta Zagrosan, ji Xinêrê heta Qendîlê, li gelek devean gerîlatî kir. Bi pratîka Dêrsimê ya zehmet re bû xwedî tecrûbeyeke mezin, zû bû fermandar û wezîfeyên şoreşê hîn bêhtir hildan ser milê xwe. Baweriya xwe ya bi serketinê gelekî mezin bû, bi şev û roj têkoşiya û ked da. Lewma di nava hevrêyên xwe de bû fermandareke mînak.
DELÎLA GOYÎ: Li Botanê tevî hevrêyên xwe derbên giran li dagirkeran xistin, tevî şer her wiha bi hevrêtiya xwe ya xurt jî bû milîtaneke PKK'ê ya mînak. Fedaîtî û sekna di şer û jiyanê de ya Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal di jiyan û şerê xwe de nîşan da, li dijî nokerî û xiyanetê bû navê berxwedan û serketinê, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.
SILA FARAŞÎN: Li gundê Xaviştan ê navçeya Şax a Wanê, mezin bû. Di sala 2010’an de xeyala xwe pêk anî û li Botanê tevlî refên gerîla bû. Li Botanê dest bi jiyana xwe ya şoreşgeriyê kir, salên dirêj, li Botanê di nava şerê aktîf de pratîk kir û weke fermandareke YJA Starê bi cesaret û biryardariya xwe ya di nava şer de ji hevrêyên xwe re bûye mînak.
NÛDA ARÎN: Li navçeya Şax a Wanê ji dayik bû. Sala 2012'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Bi ezmûna ku li qadên şer bi dest xistiye di bin her şert û mercî de hevrêyên xwe bi rê ve dibe, weke fermandara pêşeng a YJA Starê hemû erkên xwe bi serkeftinên bilind bi cih anî.
DÎROK SERHED: Li navçeya Dihê ya Sêrtê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di sala 2013’an de ji herêma Gabarê tevlî nava refên gerîla bû. 2017’an de tevlî xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrêya me Dîrok weke şopdarê Berîtan û Zîlanan, ji tevlîbûna xebatên şoreşgerî heta têkiliyên xwe yên dawî, her tim xeta fedaî esas girt. Bi berxwedana xwe ya heta nefesa xwe ya dawî li qada Bestayê weke fermandareke pêşeng a YJA Starê, fedaîtiya xwe bilind kir.
Nasnameya gerîlayekê piştre tê eşkerekirin
HPG´ê da zanîn ku ew ê agahiyên li ser nasnameya şehîda xwe ya şeşemîn paşê parve bikin û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest.
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan li jêr in:
Rojbîn Dêrsim (Raîfe Kûtlak), li Colemêrgê ji dayik bûye, 22’yê Çileyê 2023’yan li Besta şehîd bû.
Delîla Goyî (Evîn Encu), li Şirnexê ji dayik bûye, 22’yê Çileyê 2023’yan li Besta şehîd bû.
Sila Feraşîn (Hamdiye Tekbûdak), li Wanê ji dayik bûye, 23’yê Çileyê 2023’yan li Besta şehîd bû.
Nûda Arîn (Zozan Ocal), li Wanê jidayîk bûye, 23’yê Çileyê 2023’yan li Besta şehîd bû.
Dîrok Serhed (Leyla Saîn), li Sêrtê jidayîk bûye, 23’yê Çileyê 2023’yan li Besta şehîd bû.
BEHDÎNAN