- Endama Koma Aştiyê ya ji Qendîl û Mexmûrê Ayşe Kara got, banga Ocalan ji bo aştiyeke mayinde bûye hevî.
Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) bi endama Koma Aştiyê ya ji Qendîl û Mexmûrê Ayşe Kara re peyivî. Ayşe Kara, got, banga Ocalan ji bo aştiyeke mayinde bûye hevî û wiha peyivî: "Wê demê dîsa pêvajo xetimî bû. Dîsa ji bo çareseriyê diviyabû gavên aştiyê bihatana avêtin. Banga Ocalan ji bo her kesî bû ronahiya heviyê. Li ser banga Ocalan em ji Mexmûr û Qandîlê 34 kes çûn Tirkiyeyê [Bakurê Kurdistanê]. PKK'ê ji bo çareseriyê û gel ev biryar girt. Gelê Mexmûrê jî ev biryar stend. Biryar û banga Koma Aştiyê pirr pîroz û bi qîmet bû."
Kara, destnîşan kir ku ew roj ji bo gelê Kurd pirr bi wate û pîroz e û wiha lê zêde kir: "Heta wê rojê her tim cenazeyên gerîla derbas bûn. Lê wê rojê zindî û bi şal û şapikên xwe di sînor re derbas bûn. Wê rojê her kes li me xwedî derket. Ji ber girseya mezin, em 5 saetan ji nava Cizîrê derneketin. Dema em gihiştin Nisêbînê saet bû 03'ê şevê. Gelê Nisêbînê heta wê saetê hêj li benda me bû. Em çûn kîjan bajarê Kurdistanê gel em wisa bi girseyî û bi coş pêşwazî kirin. Em hatin Amedê li qadê Milyonek însan kom bûbû. Em ti carî nebûn şahidê dîmenek wisa. Em dizanin ku heta Birêz Abdullah Ocalan azad nebe dîsa rojek wisa dubare nabe. Em bi hevî bûn. Me xwest bi vê heviyê aştî û çareseriya demokratîk diyarî gelê Kurd bikin. Me xwest aştiyeke wisa diyarî gelên Kurd û Tirk bikin. Lê dewletê biryara aştiyê xera kir."
MA / AMED