• Şerîf Polat û Îrfan Yildiz eskertiya bi darê zorê qebûl nekirin û reda xwe ya wijdanî eşkere kirin. 

Şerîf Polat û Îrfan Yildiz eskertiya bi darê zorê qebûl nekirin û reda xwe ya wijdanî eşkere kirin. Herduyan li Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Sêrtê civîna çapemeniyê li dar xist û li dijî eskeriya bi darê zorê reda xwe ya wijdanî eşkere kir. Îrfan Yildiz got, ew di sala 1997’an de li Taxa Kenar a Êlihê hatiye dine û rastî şideta mîtîtarîst hatiye. Yildiz, anî ziman ku di zarokatiya xwe de, gaza îsotê, cop, dengê çekan û zext, ji dû wî neqetîne û wiha peyivî: “Divê mirov pereyên nanezika xwe, nedin gule û çekan. Ez vê red dikim. Ez roja ku li bendê bim mar were bi min ve bide, red dikim. Heger ez bixwazim ez ê keskesor, ger ez bixwazim ezê ripîreşê û ger ez bixwazim ez ê sorê li xwe bikim, lê ez wergirtina kamuflajker a li ser min tê ferzkirin, red dikim. Ez red dikim destê min bikeve xwîna bi milyonan mexdûrên şer. Ez red dikim ku tevlî nav refên wan destên bibim ku ji rabihuriyê heta roja îro êşkence li gelê Kurd kirine. Heta ku axa me biterikînin, ez ê vê helwêsta xwe dewam bikim.”
 

Ji dewleta Tirk re wê nexebite

Sînemager Şerîf Polat ê ku ji mexdûrên dagirkeriya şaredariyan bi qeyûman e, di salên 1990’î de li Sêrtê hatiye dine. Wî jî got, “Ez ne mexdûrê yekê yê şerê herêm dîl girtî me. AKP dîsa xwedî polîtîkayên şer derket, ew polîtikayên ku ji rêûresma dewletê ne. Rêûresma şideta dewletê ya li dijî gelê Kurd wê derxist asteke jortir. Hîna jî kesên mîna min weke ‘malbatên terorîst’ tên kodkirin, di gelek waran de tên fîşkirin û mafê wan ji destê wan tên girtin. Hevşaredarên ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî cihê wan hatin kirin, bi terorê tên sûcdarkirin. Qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin, mafê me yê herî pîroz ê xebatê ji destê me girtin. Li dijî van bêdeng mayîn û hezmkirin, tam jî li gorî dilê wan e. Ji ber vê yekê ez ê bêdeng nemînim û nebim eskerê dewleta ku mafê min ê jiyanê binpê kiriye. Ez ê di yek saziya wê de nexebitim. Tu xêra şer tineye. Koçberî, dejenerasyon û trawma ne pîroz in. Ez naxwazim bibim parçeyekî vê nepîroziyê. Mirin û kuştin ne alternatîfên destpêkê ne. Mirov ne pîroz e. Ji bo ku gelê Kurd mafê xwe bi dest bixe, jin û kesayetên LGBTÎ+ neyin qetilkirin, cudakarî bi dawî bibe û kedxarî ji holê rabe, divê mîlîtîtarîzim, serdestiya zilam a ku wê xwedî dike û bîrdoziya heteroseksîst bên redkirin. Ji ber vê yekê ez reda xwe ya wijdanî eşkere dikim.”

SÊRT