Mamosteyên Germiyan ji bo mafên xwe careke din li meydanan bûn. Mamoste diyar dikin ku ew ê boykota xwe dewam bikin û guh nadin zextan.
Li ber Rêveberiya Perwerdeya Kelarê ya Germiyanê careke din mamosteyên nerazî bi şîara "Em ê ji bo jiyaneke bi rûmet û perwerdeyeke baştir dewam bikin" li dijî şikandina boykotê û mafên xwe çalakî kirin.
Mamosteyan soz da ku boykotê heta bidestxistina mafên xwe dewam bikin. Wan wekî din eşkere kir ku heta her 30 rojan carekê mûçe neyê dayîn, ew ê dest ji çalakiyên xwe bernedin.
Hêjayî gotinê ye ku li Germiyanê di nava vê hefteyê de ev cara duyemîne mamosteyên nerazî ji bo mafên xwe çalakiyê dikin, lê heta niha bersiva daxwazên wan nehatiye dayîn.
ROJNEWS/KELAR