Parêzerê girtiyên Behdînanê, Herêm Refhet ragihand ku rewşa tendirustiyê ya girtiyan gelekç xirab e û yek ji girtiyan rakirine nexweşxaneyê. Herêm Refhet dibêje, Lijneya Mafê Mirovan a Parlamenê bi erka xwe ranabe. Wî da zanîn greva birçîbûnê ya girtiyên
Behdînanê di roja xwe ya 15’an de dewam dike.
Wî got, tenê ji ber ku aktivîst û rojnamevanên Behdînanê daxwaza mafê xwe û yê xelkê kirine, hatine girtin. Herêm Refhet xwest ku karmed ji bo girtiyên Behdînanê çalak bin ji ber ku ew di ber wan de ketine hepsê.
Herêm Refhet bal bire ser rewşa tendirustiyê ya girtiyên Behdînanê jî û got, "Siheta wan xirab e." Herêm Refhet di dewamê de Lijneya Mafê Mirovan a Parlamena Herêma Kurdistanê jî rexne kir û got; “Desteya Mafê Mirovan a Parlamentoyê ji bo çi kar dike? Bi taybet jî divê rewşa giran de, rewşa girtiyan gelekî xirab e û ti nerazîbûnê jî nîşan nadin. Heger lijne bê helwêst be, bila were hilweşandin baştir e. Ji ber ku Lijneya Mafê Mirovan bi erka xwe ranabe.”
Girtiyek rakirin nexweşxaneyê
Parêzer Herêm Refhet got, wan xwestiye girtiyan bibînin, lê asayîşê destûr nedaye wan. Asayîş destêrê nade ku kesek girtiyan bibîne.
Wî li ser greva birçîbûnê ya girtiyan jî û got; “Ev 14 roj in [îro 15 roj in] rojnamevan û aktivîstên Behdînanê dest bi greva birçîbûnê kirine.
Niha rewşa tendirustiya wan gelekî xirab e, yek ji girtiyan ji ber ku rewşa tendirustiya wî gelekî xirab bûye, rakirine nexweşxaneyê.”
Hêjayî gotinê ye ku di 18’ê Îlonê de Komîteya Maf û Azadiyan a Kurdistan û Ewrûpayê têkildarî rewşa girtiyên Behdînanê daxuyaniyek dabû û gotibû, çalakiya girtiyên Behdînanê ketiye qonaxeke bi tehlûke. Wê bang li xelkê kir da ku xwedî li girtiyan derkevin. 82 aktîvîst û rojnamevanên girtî ev 15 roj in bi dirûşma “Yan mirin, yan jî maf û azadî” dest bi greva birçîbûnê kirine.
ROJNEWS/HEWLÊR