• Mîthat Sancar bersiv da daxuyaniya Serokê Giştî yê CHP´ê Kemal Kiliçdaroglu ya elaqedarî çareserkirina pirsgirêka Kurd. Kiliçdaroglu gotibû, “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêwîstiya me bi organeke meşrû heye. 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar got, wan daxuyaniyên Kiliçdaroglu yên derbarê pirsgirêka kurd û HDP’ê de erênî dîtine û got: “Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê ti aktorek neyê paşguhkirin.” 

Mîthat Sancar bersiv da daxuyaniya Serokê Giştî yê CHP´ê Kemal Kiliçdaroglu ya elaqedarî çareserkirina pirsgirêka Kurd. Kiliçdaroglu gotibû, “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêwîstiya me bi organeke meşrû heye. Em dikarin HDP’ê wekî organeke meşrû bibînin”. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî pêr bersiva Kiliçdaroglu dabû û gotibû “Navnîşana çareseriyê Îmralî ye.” 

Mîthat Sancar weke hevserokê HDP´ê li ser mijarê got, wan daxuyaniya Kiliçdaroglu ya beşa têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd û HDP’ê erênî dîtiye: “Heger em aştiyeke mayînde dixwazin, pêwîstî bi lihevkirin û meşrûiyeteke berfireh a civakî heye. Navnîşana çareseriyê parlamen e, divê ti aktorek neyê paşguhkirin.” 
 
Rola Îmraliyê nabe bê paşguhkirin

Mîthat Sancar her wiha îşaret bi daxuyaniya hevserokê berê yê partiya xwe Sezaî Temelî jî kir û got, “Ne nêzîkatiyek realîst e ku meriv bi paşguhkirina van aktoran rêbaza yekgirtî biafirîne. Tirkiyê berê ev rewş dît. Di sala 2009’an de, di navbera 2013-15’an de ev rewş qewimî. Heger hûn ji min bipirsin, nîqaşa li ser rola Îmraliyê mijarek e ku divê ji zû ve bihata çarserkirin. Di vî warî de rola Îmraliyê jî wê hebe. Di vî warî de rol û mîsyona Îmraliyê ya berê jî tê zanîn.

Niha anîna rola Îmraliyê û HDP’ê ya li dijî hev, nêzîkbûna pirsgirêka Kurd bi tevahî zehmet dike. Bêguman, HDP amade ye ku rola aktorê siyasî û hêza xwe ya civakî heta dawiyê hem ji bo muxatebiyê û hem jî ji bo çareseriyê bi kar bîne.” 

MA/ENQERE