Li navçeya Manîsayê Tûrgûtlûyê, li ser daxwaza gel, Komîsyona Çandê ya Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê zend û bend badan û amadekariyan dike ku li dijî bişaftinê perwerdeya Kurdî bide. Ji bilî Kurdî, dersên muzîk û folklorê jî wê bên dayîn. Destpêkê komîsyon di 1'ê Cotmehê de dersa Kurdî dide destpêkirin. 

Mamosteyê Ziman û Wêjeya Kurdî Huseyîn Îlçî dibêje, li dijî bişaftinê destpêkê ew ê xebata perwerdeya Kurdî bidine destpêkirin. Îlçî bi bîr dixe ku li navçeyê qederê 30 Kurdî hene, û ew li bendê ne ku ciwan bên Rêxistina HDP'ê ya Tûrgûtlûyê: "Ji dema ku me bang kiriye ve miracaet zêde ji bo fêrbûna Kurdî tên kirin. Bi taybetî jî ciwan elaqê nîşan didin. Ev jî me kêfxweş dike. Em li bendê ne ciwan bên kursên me. Divê malbat jî bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin."

MA/MANÎSA