Milîsên Mehmet Tûnç ên HBDH'ê ragihandin ku li Stenbolê li dijî şaxê Marketa BÎM'ê wan çalakî li dar xistine. Wan bi daxuyaniyekê got, "5'ê Sibata 2021'ê saet di 23:00 de li taxa Kîrazli ya Bagcilar a Stenbolê li dijî Şaxê Marketa BÎM'ê Milîsên me yên Mehmet Tûnç ên HBDH'ê çalakiya bi teqemeniyê li dar xist."
Milîsan got, "Odeyên gazê yên faşîzma Hîtler di desthilatdariya Erdogan de weke jêrzemînên hovîtiyê li Cizîrê ji nû ve hatin bikaranîn. Beriya pênc salan di 7'ê Sibatê de 177 şoreşgerên welatparêz ên Kurd hatin qetilkirin. Yên ku ji wan we ye ku bi vê komkujiyê berxwedana azadiyê li jêrzemînê tine kirine, bila zanibin ku çalakiyên HBDH'ê silava Mehmet Tûnç e. Ev gotin wê li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Amedê bibe kabûsa faşîzmê."
NAVENDA NÛÇEYAN