- Peykersaz Bestamî Egî dide zanîn ku hafizeya kevir di heman demê de hafizeya dîroka mirovahiyê ye jî. Bastamî Egî ji bo peykerên xwe got; “Fîgûrên ku ez çêdikim bêhtir rûyên insanan teswîr dikin. Dixwazim kesên ku li pêşangehê digerin biryara vê yekê bidin, hafizeya kevir îro ji bo me insanan çi dibêje?”
Pêşangeha Bestamî Egî ya 3’yan a solo dê 2’ê meha Tebaxê de yanî îro li Mêrdînê were vekerin. Bastamî Egî ji Amedê ye û wî li zanîngehê beşa peykersaziyê bi dawî kiriye. Egî ji bo pêşangeha xwe ya bi navê “Şopên ji xwezayê” pêk bîne ji kevirên erdnîgariya Kurdistanê sûd werdigire û kevirên ku ji xwezayê kom dike li gor hizr û nihêrîna xwe boyax dike. Ev kevirên wî, ango peykerên wî yên piçûk mirov dikare weke rolyef jî bihesibîne. Peykersaz Bestamî Egî ku bi kevirên li xwezayê daketiye heta niha 3 pêşangeh biriye serî û niha jî bi piştgiriya Galeriya Hunerî ya Weqfa Sêwirandinên Navneteweyî li Mêrdînê pêşangeha xwe ya “Şopên ji xwezayê” vedike. Bestamî Egî ji sala 2009’an heya vê rojê kevirên ku ji xwezayê kom kiriye wergerandiye berhemên hunerî. Bestamî Egî ji bo van xebatên xwe dibêje, “Hevkariya min û xwezayê” û ji hevkariya wan ev berhemên xweşik derdikevin holê.
Bestamî Egî dê di çarçoveya pêşangeha “Şopên ji xwezayê” de, di 3’yê meha Tebaxê de tevî zarokan atolyeyeke bi navê “Atolyeya Hunerê Kevir” jî lidar bixe. Zarokên ku temenên wan di navbera 10 û 15 salî de ne dê tevlî atolyeyê bibin. Piştî atolyeyê berhemên ku bi zarokan re hatine çêkirin jî dê li pêşangaha “Şopên ji xwezayê” werin nîşandan.
Bestamî Egî ji bo balê bikşîne ser talana xwezayê û krîzên avûhewayê qederê berhemên ji kevirên xwezayê çêkirine. Wî ev peykerên ji kevir bi riya teknîkên boyaxê xweşiktir kirine û şiroveyên xwe liv an keviran zêde kirine. Bestamî Egî derbarê pêşangeha xwe de got; “Min xwest bi vê pêşangehê bala xelkê bikşînim ser krîzên heyî yên li dinyayê. Nexasim jî krîzên di warê avûhewa û xwarinê de, ji ber siberojê di warê xurekan de dibe ku xela dest pê bike. Her wiha xweza jî her roj bi destê insanan tê talankirin.” Ji bo karibe peyema xwe bide jî wî malzemeyê kevir neqandiye ji bo karên xwe yên hunerî û di her peykerekî wî de serpêhatiyek heye. Yanî mirova dikare bibêje ew bi van peykerên piçûk yên ji kevir serpêhatiya mirovahiyê jî vedibêje.
Formên xwezayî xera nakim
Bestamî Egî dide zanîn ku ew bi xwezaya keviran zêde nalîze û heya jê tê formên wan ên xwezayî diparêze. Tiştê ew dike boyax e, lê têkiliyek wî ya taybet jî heye bi van keviran re. Bestamî Egî têkiliya xwe ya bi keviran re jî wiha rave dike; “Dema min kevirekî da destê xwe bi carekê çîrokek afirî û bi vî awayî min bêhtir bala xwe da xwezayê. Ez li xwezayê pirr digerim û kevirên ku dibînim bi mudaxileyên piçûk diguherînim. Ji xwe formekî van keviran heye, ez jî hizrên xwe lê zêde dikim û peykerên min bi vî awayî temam dibin.”
Helwêsta li hember muzexaneyan
Peykerên ku heta niha çêkirine bêhtir li muzeyan tên nîşandan û xelk bi rihetî nikare wan peykeran bibîne. Ev yek jî bala Bestamî Egî kişandiye û ji lewre jî wî pêşangeha xwe ya ji keviran cara ewil li Amedê li cafeya “Hewşa Me” vekir. Ev pêşangeha wî jî weke helwêstekê bû û wî ji bo vê helwêsta xwe jî got; “Ez bi vê pêşangeha bê pere ya ku ji her kesî re vekiriye muzeyan rexne dikim. Gelek berhem hene ku li muzeyan tên nîşandan lê kes nikare here wan bibîne. Dîtina wan hinek zehmet e û her wiha divê hûn pereyekî bidin ji bo ku hûn wan berheman bibînin. Lê berhemên heyî yên li muzeyan mîrateya hevpar ya mirovahiyê ye.”
Kevir hafizeya mirovahiyê ye
Çavkaniya berhemên Bestamî Egî her çiqas xwezaya erdnîgariya wî be jî, ew ji motîfên gerdûnî jî sûd werdigire. Lê weke ku ew jî diyar dike bi awayekî maddî û manewî ji xwezaya welatê xwe sûdê digire û bi kevirên li welatê xwe li ser hunerê dihizire. Bestamî Egî ji bo têgihîştina di derbarê keviran de jî got; “Ez ji xwezayê hez dikim ji lewre her tim min matmayî dihêle. Kevir malzemeyekî hişk û saxlem e. Her wiha ew pirr zêde dijî. Ji ber vê xwezaya xwe kevir di dîrokê de şahidiya gelek tiştan kiriye. Yanî mirov dikare bibêje hafizeya keviran jî heye, dema mirov îro li xaniyên ji keviran hatine çêkirin dinihêre tenê ne di warê estetîkê de her wiha di warê hafizeyê de jî gelek tişt tînin ziman ev kevir û xanî. Ji lewre jî hafizeya kevir di heman demê de hafizeya dîroka mirovahiyê ye jî. Fîgûrên ku ez çêdikim bêhtir rûyên insanan teswîr dikin. Dixwazim kesên ku pêşangehê digerin biryara vê yekê bidin, hafizeya kevir îro ji bo me insanan çi dibêje?”
NAVENDA NÛÇEYAN