Gundê Narînê mîkro dewlet e

Çarşem 18 Îlon 2024 - 15:52

  • Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari serdana gora Narînê kir. Hatîmogullari got dewleta Tirk, ‘’Li deverên xwecihî desthilatdariya mîkro ya desthilatdariyê ye.’’ Hatimogullari embara çekan a li gund hatî dîtin bi bîr xist û pirsî,“Gelo dixwazin vê embara çekan biparêzin? Eleqeya vê yekê bi qetilkirina Narînê re çi ye?” 

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re serdana gora Narînê ya li gundê Çûliyê ya ser bi navçeya Rezana Amedê ve kir. Hatîmogûllari û şandeya pê re kulîlkan danîn ser gora Narînê.  

Ev pergal kujerê zarokan e
Hatîmogûllari li ser gora Narînê axivî û got,’’Ev pergal li deverên xwecihî desthilatdariya mîkro ya desthilatdariyê ye. Ez carek din Narînan, Ceylanan, Ûgûran, Cemîleyan û hemû pidik û zarokên hatine qetilkirin bi bîr tînim. Vê pergala mêrane heta îro kuejrên, tacîzkar û tecawizkar parastin. Lê vê pergalê zarok û jinan neparast.”

Doza Narînê weke Doza Sûsûrlukê ye
Hatîmogullari her wiha Doza Susurlukê bi bîr xist ku çawa di vê dozê de têkiliyên gemarî yên dewlet- mafyaê derketibûn holê û got,’’Doza Sûsûrlûkê çawa aşkere kiribû ku dewlet û mafya ketina nava hev û organizasyona qirêj derxistibe holê li vir jî qetilkirina Narînê li Çulî hêzên mîlîtarîst û polîtîkayên dewletê deşîfre kirine. Parlamenterê partiyeke siyasî çawa dikare derkeve û bêje: ‘Em dizanin çi bûye lê di navbera malbatê de ye em li ser vê naaxivin’. Ew bi gotina malbatê behsa malbata Guran dike, an dewlet bi xwe ye? 

Li Kurdistanê çend depoyên çekan hene?
Hevseroka DEM Partiyê herî dawî pirsên têkilî doza Narînê li pey hev rêz kirin:
‘’Li Çulî çi heye? Gule derketine, depoya çekan heye. Ya ku tê xwestin were parastin ev depoya çekan e? Li Kurdistanê wekî din çend depoyên çekan hene? Têkiliya vê ya bi qetikirina Narînê re çi ye? Bi kîjan armancê û ji aliyê kê ve tê servîskirin ku malbat dê çawa îfadeyê bide? Tevî ku li ser dosyayê biryara veşartinê heye jî çawa ku îfade hatin dayîn ji çapemeniyê re hatin parvekirin. Bi kîjan armancê hatin parvekirin? Divê ev derkeve holê. Narîn çawa hate qetilkirin, kê qetil kir? Ev kujer kî ne û çima tên parastin? Piştî ku Narîn hate qetilkirin bi armanca hemû delîl ji holê bên rakirin di biniya avê de gorek hatiye çêkirin. Kê ev agahiyên teknîkî dane kesên ev tişt kirine? Kê ev tişt pêk anîye? Piştî kuştina Narînê gelek pirs û pirsgirêkan re rû bi rû hate hiştin.’’
Hatîmogullari herî dawî got heta ku kujerên Narînê derkevin holê û pirsên wan bêne bersivandin ew ê şopdarê doza Narînê bin.

Bakirhan: Rêxistina rizî ya dewletê vedişêrin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Mêrsînê di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de bi rojnamgeran re civiya. Bakirhan, bal kişand ser qetilkirina Narîn Guranê û got,’’Ya ku li vir tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêxistiniya rizî ya dewletê ye. Zîhniyeta ku şoreşger û welatparêz bi girêkên beraz û îşkenceyê qetil dikir li vî gundî rêxistinkirî ye. Lewma ser gund de naçin. Dewlet, nebaşiya li wir vedişêre. Bêdengiyeke rêxistinkirî heye, nebaşiyeke birêxistinkirî heye.” MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.