Gulistan şehîd bû

Çarşem 5 Tebax 2020 - 15:22

Malbata Rojnamevan Gulîstan Aksoy, cenazeyê keça xwe ya li Elmanyayê derman dibû û jiyana xwe ji dest da, li Mêrdînê defin kir. 
Rojnamevan Gulistan Aksoy sala 2015´an ji ber mayina DAIŞ´ê li Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê birîndar bûbû. Ew demeke dirêj li Elmanyayê derman dibû. Gulistan Aksoy, beriya bi çend rojan li paytexta Elmanyayê Berlînê jiyana xwe ji dest da. Malbata Aksoy, cenazeyê keça xwe wergirt û li Mêrdînê defin kir. Malbatê piştî vecîbeyên olî, cenazeyê Aksoy li gundê Baqistanê yê ser bi navçeya Stewrê ya Mêrdînê, bi tevlîbûna malbat û hevalên wê, defin kir.

MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.