Gulistan Doku li ku ye ?

Duşem 6 Çile 2025 - 02:05

Gulistan Doku ev 5 sal in winda ye. Derbarê wê de lêpirsîn û lêgerîneke bi bandor nehat kirin. Derbarê gumanbarê sereke Zaînal Abarakov û bave wî yê polîs Engîn Yucel de qet lêpirsînek nehat destpêkirin. 

 Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku di 5’ê Çileya 2020’î de li Dêrsimê bi guman winda bû. Tevî 5 sal derbas bûn der barê Gulistan Doku de tu pêşketinek çênebû. Tevî hewlanên malbat û parêzeran der barê Gulistan Doku de xebateke li bejahî nehat meşandin û rayedarên dewletê bi israr diyar kirin ku di avê de ye, lêpirsîn bi bandor nehat meşandin. 

Derbarê gumanbarê sereke Zaînal Abarakov û bave wî yê polîs Engîn Yucel de qet lêpirsînek nehat destpêkirin. 

Encam nehat girtin

Malbata Gulistanê ji tu derê encam negirt di Çileya 2022’yan de li ber edliyaya Dêrsimê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Partiyên siyasî, rêxistinên jinan û civaka sivîl piştgirî dan malbatê. Malbatê ku ji vir encam negirt ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê kir. 

Îmze navêtiye

Zaînal Abarakov jî di 17’ê Adara 2022’yan de hat binçavkirin û tevî îfadeyên bi nakok bi şertê kontrola edlî hat berdan. Derket holê ku Zaînal Abarakov 6 mehan îmze navêtiye.

Wê ji nû ve bê lêkolînkirin

Aygul Doku di 9’ê mijdarê de bi walî Bulent Tekbiyikoglu û midûriyetê emniyetê Hakan Yilmaz re li avahiya walitiyê hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê  hat gotin ku wê dosya ji nû ve bê lêkolînkirin û hat gotin ev gav ji bo wan hêviyek e.

Wesayîta bavê gumanbar Zaînal Abarakov ku Gulistan bi zorê lê hatibû siwarkirin, derket holê ku roja lêpirsîn hatiye vekirin derxistine derveyê bajar.

Em li pey dozê ne

Parêzerê Gulistan Doku Alî Çîmen jî di nirxandina  kir de  zanîn ku ji serî de lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin û wê heta dawî li pey dozê bin.

JINNEWS / AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.