- PDK´ê piştî girtina aktîvîstên Behdînanê dev ji zilma xwe bernade. Girtiyên ku ji bo edaletê niha di greva birçîbûnê ya heta mirinê de ne, hatin sirgûnkirin û mafê wan ê telefonê jî bi şertê şikandina grevê ve hat girêdan.
Ji girtiyên Behdînanê Eyaz Kerem bi peyameke deng diyar kir ku beşek ji hevrêyên wî ji roja duşemê ve dest bi greva birçîbûnê kirine û rewşa wan gelekî xerab e. Ji bilî wê çar parlamenterên Kurd ên parlamena Iraqê jî name ji dadweriya Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya ewrûpayê re şandin da ku beramberî girtiyên Behdînanê û greva wan xemsar nebin. Rêxistina 17´ê Sibatê bi bîr xist ku girtî avê jî êdî venaxwin, û CPT´yê jî da zanîn ku girtiyên di grevê de bi Sirgûnê û betalkirina mafê axaftina bi telefonê tên cezakirin.
Yek ji girtiyên Behdînanê, Eyaz Kerem têkildarî rewşa girtiyên Behîdananê peyameke bi deng ji çapemeniyê re şand. Eyaz Kerem bi peyamê got, beşek ji hevrêyên wî ji roja duşemê ve dest bi greva birçîbûnê kirine û rewşa wan gelekî xerab e: “Îro ji girtîgeha Asayîşê veguhestin
Girtîgeha Çaksazî ya Gewran, li wir her çiqas xwestine bi hev re bin, lê ew ji hev cuda kirine. Her yek birine cihekî û agahiya wan ji hev nîne. Rewşa wan li girtîgehê gelekî xerab e. Doza me siyasî ye. Li girtîgehê êşkenceya derûnî, bedenî li me kirin. Îfadeya me guhertine. Rê nedan em parêzerên xwe bibînin.”
Eyaz Kerem bang li Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamena Herêma Kurdistanê kir da ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de bişopînin.
Parlamenteran bang li Iraqê kir
Li aliyê din parlamenterên Iraqê yên Kurd Serkewt Şemsedîn, Xalib Mihemed Elî, Dr. Rêbwar Kerîm û Ehmed Hecî Reşîd jî peyamek dan Encûmena bilind a Dadweriya Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê. Wan di peyama xwe de got, rewşa girtiyên ji Behdînanê yên di greva birçîbûnê de giran e. Ew dibêjin, “Ev bêhtirî salekê ye ku desthilatdariya Herêmê bi dehan welatiyên sivîl ên Behdînanê kirine zindanê, tenê ji ber ku daxwaza mafên xwe kirine. 5 ji wan bi awayekî ne hiqûqî hatine cezakirin û yên din jî bêyî ku werin dadgehkirin di zindanê de ragirtî ne.
Niha kesên girtî di greva birçîbûnê de ne û rewşa siheta wan ne baş e. Hêzên ewlekariyê bi awayekî xirab bi wan re miamele dikin, heqaretê li wan dikin û wan ceza dikin. Nahêlin girtî bi malbat û parêzerên xwe re jî peywendiyê deynin.”
Rewşa grevvanan xerab e
Rêxistina 17’ê Sibatê ya Mafê Mirovan diyar ku jiyana girtiyên Behdînanê di tehlûkeyê de ye û ji bilî yekî, girtiyên din veguhestine Girtîgeha Çaksazî ya Gewran.
Rêxistinê bi daxuyaniyê got, “Rewşa 5 girtiyên Behdînanê di tehlûkeyê de ye ku 6’ê Îlonê dadgekirina wan hate bipaşvexistin. Li dijî vê biryarê wan dest greva heta mirinê kiriye. Lewma rewşa siheta wan xerab e. Ji ber ku dest ji vexwarina avê jî berdane. Şêrwan û hevrêyên xwe, girtiyên Behdînanê yên hatin cezakirin, ji derveyî Guhdar Zêbarî hemû veguhestine Girtîgeha Çaksazî ya Gerwranê. Lê, greva wan a birçîbûnê dewam dike. Îro diyar kirin ku ew ê dewam bikin.”
CPT: Ji ber grevê girtiyan ceza dikin
Rêxistina CPT’yê ya ku çavdêriyê dike li binpêkirinên mafan, diyar kir ku nahêlin ew 4 girtiyên li Behdînan di greva heta mirinê de ne, bi telefonê bi malbatên xwe biaxivin, heta ku dest ji grevê bernedin.
Tîma Lihevanînê ya Xirîstiyan (CPT) ya navneteweyî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku girtiyên Behdînanê Mesûd Elî, Şêrwan Teha, Karger Ebas û Bendewar Eyub ji ber ku ketine grevê li hepsê hatine cezakirin.
CPT’ê got, bi ti awayî rê nayê dayîn her çar girtî bi telefonê bi malbatên xwe re biaxafin. Weke şertê axaftina bi malbatan re bi dawîkirina grevê danîne ber girtiyan.
NAVENDA NÛÇEYAN