Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê raperîna ‘Jin jiyan azadî’ bi şewazên cuda dewam dike. Her wiha pîrozbahiyên ji bo bibinketina tîma futbolê ya Îranê jî ji bo nîşandana nerazîbûnê, bûye derfet.
Pêr li gelek navendên xwendinê yên Rojhilatê Kurdistanê xwendekaran bi govendê kêfxweşiya xwe ji bo bibinketina tîma futbolê ya Îranê ya di kûpaya cîhanê de destnîşan kir. Li gorî wan, tîma futbolê nûnertiya desthilatê dike, ne ya xelkê.
Li bajarên Îranê jî şahiyen ji bo bibinketina tîma futbolê ya Îranê li gelek bajarên Îranê yên din û greva perestar, karker û şofêrên barhilgiran jî dewam kir.
Li gorî agahiyan li bajarê Bokanê ciwanê bi navê Awat Qadirpûr ê ku beriya çend rojan di xwepêşandanan de bi giranî birîndar bûbû û hefteyekê li nexweşxaneyê mabû, jiyana xwe ji dest daye.
Ji bo çilrojiya şehîdê serhildanê bangawazî
Li bajarê Sine merasîma çilrojiya şehadeta Ramîn Fethî îro li ser gora wî pêk tê. Ramîn Fethî piştî ku hatibû girtin, bi êşkenceyê hatibû şehîdkirin.
Her wiha ji bo amadekariyên xwepêşandanên giştî yên hefteya bê jî belavok hatin belav kirin.
Li gorî bangawaziyê, di rojên 5, 6 û 7’ê Kanûnê de xwepêşandan û nerazîbûnên giştî wê pêk werin.
NAVENDA NÛÇEYAN