Gotinên dewleta Tirk propaganda bûn
Çarşem 7 Tîrmeh 2021 - 05:14
Li gorî çavkaniyên malpera Kirkuknow xwe disipêriyê, Heşdî Şabî ji Şengalê hêzeke 20 hezar kesî vekişandiye. Li gorî nûçeya Ammar Aziz, Heşdî Şabî sê lîva bi temamî ji Şengalê vekişandine.
Heşdî Şabî piştî gefxwarina dewleta Tirk a dagirkiririna Şengalê beriya bi 4 mehan hêzên xwe şandibû deverê. Fermandarê hêzên Heşdî Şabî, Xal Elî ji KirkukNowê re re gotiye, "Her sê lîva li bajarên din ên Iraqê hatin wezîfedarkirin. Ev lîva ji bo sekinîna beramberî êrişeke dewleta Tirk a li dijî Şengalê hatibûn bicihkirin. Lê niha piştî bi mehan diyar bû ku ev tenê propaganda bû."
Xal Elî wekî din got, wan hêzeke 2 hezar kesî jî li Şengalê hiştiye û wiha peyivî: "Em ji xelkê xwe re piştrast dikin ku Heşdî Şabî kengî lazim bibe wê yekîneyên xwe bişîne Şengalê da ku li ber tehlûkeyan bisekine."
MÛSIL