LALEŞ RÊNAS
ANF/BEHDÎNAN
Gerîlayê HPG’ê Orhan Botan qala gerîlayên HPG’ê Welat Agirî û Şoreşger Şemse kir ku 30ʼê Hezîranê di Cenga Heftanînê de şehîd bûn.
Botan weha dibêje; “Min bi gerîla Şoreşger Şems re li Şengalê ji bo rizgariya civaka Êzidî şer kir. Li gel Şehîd Welat Agirî jî di berxwedana Xantûra de cih girt. Çiqasî qala berxwedana wan bikim jî wê kêm bimîne. Çawa ku dijmin nekarî leşkeran dane Xantûrê û pir tengijî ev bi saya berxwedana wan bû.
Berxwedan û sekna wan a li dijî operasyona ji roja yekem ve destpê kiribû bandor li her kesî kir. Bi taybet berxwedana ku dema dijmin hewl dida leşkeran dane Xantûrê, çawa ku ev ruhê wan her kes bandor kir bandor li min jî kir. Bi teknîkek zêde êriş kirin, lê ji teknîkê zêdetir seknek û hêzeke şer hebû. Ew jî berxwedan û ruhê hevrê Şoreşger û Welat bûn. Hevrê Welat li Edeneyê mezin bibû. Dema bihîstibû gerîla ji bo rizgariya Kurdên Êzidî berê xwe daye Şengalê wî jî xwe negirtibû, hatibû.
Heval Welat Derîk jî nû hatibû qadê, ketibû ferqa kelecan û ruhê ku wê di Cenga Heftanîn de cih bigire. Hevrê Welat fermandarekî pir alî bû. Kelecana li gel wî diyar bû. Ew jî mîna Hevrê Şoreşger ji xebatên ciwanan beşdar bibû.
Pêşengtiya li Xantûrê û rola lîstîn pir mezin bû. Herdu hevrê jî bi vî awayî bûn. Heta em tola wan ranekin em ê şer bikin, divê dijmin bizane ku xwîna wan li erdê namîne.”