Goristana li Licê jî tevî daristanê hatiye şewitandin.
Di roja erefê ya cejnê de Kurdistanî, nûnerên sazî û dezgehan çûn serdana Qebristanan û dîtin, goristana li Licê jî tevî daristanê hatiye şewitandin.
Tevî şewba koronayê jî Kurdistanî li Kurdistanê û Stenbolê çûn serdana goristanan, nexasim jî serdana şehîdên doza azadî û Kurdistanê.
Kurdistanî, nûnerên sazî û dezgehên Kurdistanî, li gundê Pîrejman, Sîsê û Çemê Elîka yê navçeya Licê ya Amedê çûn serdana goristan û şehîdgehan. Lê kesên çûn serdanê dîtin ku goristanên berê jî gelek caran ji alî dewleta Tirk ve hatine xirakirin, îca bi şewata li Licê re hatine şewitandin. Heta dema serdanê jî şewatê dewam kir û kesên çûn wir bi derfetên xwe agir vemirandin.
Parlemener Remziye Tosun got, ev êriş nayên qebûlkirinê, divê her kes li ber vê rabe.
MA/AMED