OMER AKIN /MA / WAN
Hevserokê ÇEV-DER’ê Alî Kalçik got, bi paqijya heriya binê Gola Wanê îdraqzaiyek tê avakirin û diyar ku karê tê kirin rast e, lê belê rêbaz şaş in.
Ji bo paqijkirina Gola Wanê di sala 2021’an de “Plansaziya Paqijkirinê ya Gola Wanê” hate amadekirin. Li Gorî vê plansaziyê heriya binê Gola Wanê dê ji perava navçeya Tûşbayê heta navçeya Artemêtan a 13,9 kîlometreyan bihata paqijkirin. Li gorî plansaziyê, paqijî dê di sê beşan de pêk bihata û bihata temamkirin. Beşa Taxa Îskeleyê xelas bû û niha jî li Parka Yaşar Kemal li navçeya Rêya Armûşê ya di navbera Taxa Îskele û Zanîngeha Yuzuncu Yilê de dewam dike. Xebat ji peravê 100 metreyan ber bi nava golê de rijandina malzemeyên tijekirinê û çêkirina rêyê dewam dike. Heta bi 2 metre kurahiya behrê herî tê derxistin.
Bi sedan rêyên ku 100 metreyan ber bi nava golê ve diçin, hatin çêkirin û malzemeyên tijekirinê rijandin nava golê. Kevirên ku dirijînin nava golê, piştre dîsa derdixin û heta ku kevirê kalker ê ku di golê dimîne, tê derxistin di nav ava golê de dihele. Ev jî dibe sedema qirêjbûna avê. Heriya ji golê derdixin dîsa dirijînin ber perava avê û ev jî dibe qirêjkirina hawirdorê.
Rêbaz şaş e
Hevserokê Komeleya Bipêşxistin û Lêkolîna Parastina Bermayiyên Dîrokî yên Hawirdora Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik got, paqijkirina heriya binê golê xebateke rast e lê belê rêbaz şaş e. Kalçik da zanîn ku sedema çêbûna heriya binê ava, berdana ava kanalîzasyonê ye. Kalçik bi bîr xist ku her saniyeye hezar 800 metrekup ava kanalîzasyonê tev li nav ava golê dibe. Kalçik got, tesîsên paqijkirinê yên avê jî kîlometreyekê dûrî perava Gola Wanê hatine avakirin. Kalçik bi bîr xist ku bi berdana ava kanalîzasyonê, herî di bin golê de çêdibe û got, paqijkirina heriyê demdirêj çareserî nîne.
Kalçik got, rêbaza paqijkirina heriyê şaş e: “Heta 100 metreyan ji nava golê bi makîneyan heriyê paqij dikin. Gelo ma hinek din jî di nava golê de herî tineye? Bi vê rêbaza kevn paqijiya tê kirin, çareserî nîne."