ZEYNEP DÛRGÛT
MA/ŞIRNEX
Girtî Onder Poyraz tevî ku gelekî nexweş e, di hucreya yek kesî de tê girtin. Hevjîna Poyraz, Fîrdevs Poyraz, diyar kir ku hevjînê wê nikare di hucreyê tekane de bimîne û got: ”Ji ber ku hevjînê min bi rêk û pêk nayê dermankirin, her ku diçe rewşa wî xirab dibe û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne.”
Onder Poyraz li zindana Şirnexê tê ragirtin. 2016’an bi îdîaya ”Endamtiya rêxistin” û ”Parçekirina yekbûyina welat” hat girtin û cezayê muebeta giran lê hat birîn. Poyraz di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de, bi kurê xwe re birîndar bû û bi birîndarî hat binçavkirin. Piştî ku hat binçavkirin û girtin, şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê û hîna tedawiya wî xelas nebibû, ew şandin Girtîgeha Şirnexê.
Hevjîna wî li ser rewşa wî ev agahî dan: “Ev 5 salin di girtîgehê de ye. Dema ku birîndar bû, ezayê hundirê wî tev perçiqî bûn. Ji ber vê platîn xistin pişta wî. Nikare hereket bike. Ji ber ku bi rêk û pêk nayê dermankirin, her ku diçe rewşa wî giran dibe. Nikare xwarinê bixwe û biraze. Heta niha di qawişê de bû. Kêm zêde hevalên wî pêdiviyên wî yên rojane bi cih dîanîn. Lê niha bi tenê ye û roj bi roj tenduristiya wî xerab dibe.
Dema em diçin hevdîtinê, ji me re zehmet dikin. Di her çûyina girtîgehê de em bi gelek zehmetiyan dibînin. Me tazî kontrol dikin. Em dixwazin ev pêkanîn bi dawî bibin. Daxwaziya min ew e ku hevjînê min bê berdan. Ji ber rewşa me ya aborî, em nikarin dermanan jê re bikirin. Ji bo ku pêdivîyên xwe pêk bîne, ez her mehê pere deyn dikim û jê re dişînim.”