- Yekîtiya Parêzeran û Komeleya Mafê Mirovan biryar da ku der barê bikaranîna çekên kîmyewî, giliyê dewleta Tirk bikin.
SÎMA BIROKÊ/ANHA/QAMIŞLO
Yekîtiya Parêzeran û Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê piştî ku miracaeta malbata gerîlayê HPG’ê Osman Ebdê (Serdem Agirî) yê di êrîşa bi çekên kîmyayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, dest bi amadekirina dosyaya têkildarî êrişên kîmyewî kir.
Li ser banga malbatê, Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê û Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyan eşkere kir ku ew ê li ser navê malbatê hewldanên pêwîst bikin.
NPG´ê eşkere kiribû
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) di 18`yê Cotmehê de eşkere kir ku 17 gerîla bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne. Pênc ji van gerîlayan ji Rojavayê Kurdistanê bûn.
Piştî daxuyaniya NPG’ê, malbata gerîlayê şehîd, Serdem Agirî bang li hiqûqnas û saziyên mafên mirovan kiribû da ku dozê li dewleta Tirk a dagirker vekin ji ber bikaranîna sîlehên kîmyewî.
Parêzerê Qamişloyê zend û bend vemalîn
Yekîtiya Parêzeran û Komeleya Mafê Mirovan biryar da ku der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve û serlêdana ji bo saziyên têkildar ên navneteweyî de, bi hev re kar bimeşînin û dosyayê amade bikin.
Li ser mijarê Endamê Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Mihemed Emîn Neîmî got, wan dest bi amadekirina dosyaya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî kiriye: “Dosya wê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastina Medya û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bihewîne. Ji gelek aliyan ve tê hazirkirin. Ji malbat, kesayetên serbixwe û rojnamevanan belge gihîştine ber destê me. Belge û dîmenên ku HPG û Gerîla TV weşandine jî, em ê bi kar bînin.”