• Li gelek taxên Geverê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hate protestokirin. 

Li taxên Orman, Kişla, Dize, Cumhuriyet û Taxa Nû yên navçeya Gever a Colemêrgê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hate protestokirin. Welatiyan piştgirî dan girtiyên bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” çalakiya boykotkirina hevdîtinên telefon, rû bi rû û dadgehan didomînin. Di heman demê de dijî biryarên Doza Kobanê bertek nîşan dan. 
 
Xelkê bajêr li gelek noqteyan agir vêxistin û çalakiya dengderxistinê kirin. Polîsan bi bombeyên gazê, guleyên plastîk û ava şid êriş birin ser çalakgeran. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan.  
Tevahiya şevê welatiyan gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyên Apo ne”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. GEVER