Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çelik dagirkeriya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla nirxand. Çewlik bal kişand ser metirsiya dagirkeriyê ya li ser herêmê û diyar kir ku êrişên qirkirinê yên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî gelê kurd dewam dikin. 


Zozan Çewlik bi bîr xist ku çawişê pispor ên artêşa Tirk vê dema dawiyê bi destavêtinê di rojevê de ne û got, "Li Tirkiyeyê ku jixwe komareke destavêtinê ye, ev rewş demeke dirêj heye, lê belê tê nixumandin. Êdî welê zêde bûye ku nema dikarî bê veşartin. Destavêtina li Êlih, Silopiya û herî dawî ya li Şirnexê bû sedem ku hêrsa gel rabe ser piyan. Helwesta ku li Şirnexê hate nîşandan, helwesta xweparastinê û xwedîderketina li rûmeta xwe ye. Em gel û ciwanên xwe yên Botanê ji ber vê helwesta wan silav dikin.


Zozan Çewlik diyar kir ku di berxwedana Cenga Heftanînê de gerîlayên HPG û YJA Starê mohra xwe li dîrokê xistine û destnîşan kir ku gerîla bi baweriyeke mezin berê xwe dane serketinê. Çewlik anî ziman ku di vê salê de gerîla cudahiya xwe nîşan dane û got, "Gerîla hîn serweriya xwe ya li ser teknîk û taktîkê bi her awayî nîşan nedane. Ya rast pratîka me ya sala 2020'an wê bibe rexnedayina me ya li pêşberî rastiya Rêbertî û şehîdan.''


ANF/BEHDÎNAN