- ''Şerê navbera me û dijmin ber bi encamê ve diçe. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker derfetên xwe hemû sefeber kiriye û hewl dide bi rêya vî şerî civakê bêdeng bike.''
KAWA TOLHILDAN
ANF/BEHDÎNAN
Ji fermandarên HPG’ê Ozgur Jiyanda li ser berxwedana gerîla, şerê taybet û berxwedana Cenga Heftenînê axivî.
Jiyanda got, ”Şerê navbera me û dijmin ber bi encamê ve diçe. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker derfetên xwe hemû sefeber kiriye û hewl dide bi rêya vî şerî civakê bêdeng bike. Ji ber ku şerê man û nemanê dimeşîne.
Rastiyeke şer heye ku dibe sedema candanê. Lê belê şehîdên me ku di medya dewleta Tirk a faşîst de tê ragihandin, rast nîne. Berevajî vê yekê dewleta Tirk a dagirker di şerê li Heftenînê de gelek kuştiyên xwe hene. Van kuştiyên xwe jî ji raya giştî vedişêre. Li qada şer xwe li binê erdê vedişêrin û ji ber berxwedan û çalakiyên gerîla nikarin ji çeperên xwe derkevin. Li her qadê dibin hedefa hêzên me û li ser vî bingehî ketine nava tirseke mezin.
Li dijî şerê ku dewleta Tirk a dagirker bi teknîkê dimeşîne, gerîla jî bi rêbazeke nûjen, afirîner û pispor dijmin ditevizîne. Hêviya dijmin têk biriye. Berxwedana gerîla ya li Heftenînê, wê êrişan hemûyan têk bibe û dagirkeriyê bi dawî bike.”
Fermandar Jiyanda di dawiyê de li ser cerdevan û kontraya got, “Em naxwazin wan bikin hedef, lê yên bikevin xwîna hevalên me hesab bidin.”
Jiyanda ji gelê Başûrê Kurdistanê jî xwest, çawa ku di dîroka nêz de li dijî dijmin û dagirkeran bûne xwedî helwest, niha jî li dijî dijmin li cem gerîlla cih bigirin.