- Karayilan li ser encama li Heftanînê derketiye holê wiha got: Şervaneke/î bi îrade, wêrek û jêhatî, eger bi rengekî profesyonel tevbigere wê demê dikare teknîka serdemê têk bibe, dikare li dijî wê şer bike. Ev şer vê yekê radixe pêş çavan.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û diyar kir ku di nava 31 rojên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de, hêzên gerîla 95 caran li Heftanînê li dijî artêşa Tirk çalakî kirine. Karayilan got, ”236 leşkerên Tirk hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn, lê belê hejmar ji vê zêdetir e. Her wiha derb li 6 helîkopterên tîpa Kobra hate xistin.”
Karayilan di destpêka axaftina xwe de bi wesîleya salvegera Komkujiya Pirsûsê 33 ciwanên şoreşger-sosyalîst ên şehîd bûn bi bîr anî û bi wesîleya salvegera 8’an a Şoreşa Rojava jî got, şoreş li gelê Rojava, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya gelên kurdistanê pîroz be.
Gerîla destan nivîsîn
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan êrişên dagirkeriyê yên li ser Heftanînê û berxwedana li Heftanînê nirxand û got, ”Berxwedana Heftanînê bi şehîdan tê meşandin. Beriya her tiştî di şexsê hevrê Rustem, Memyan, Esmer û Nûcan de şehîdên me yên berxwedana Heftanînê bi bîr tînim. Soza ku me dane wan dubare dikim. Wan li Heftanînê destanek nivîsandin. Encamên heyî berhema wan e. Serketinên heyî serketina wan e.”
Karayilan destnîşan kir ku li Heftanînê ti gir nîne ku dijmin bêyî kuştiyan bide xwe gihandiye ser û got, ”Li her devera ku xwe gihandiye şer qewimiye, li wir kuştî dane û piştre xwe gihandiye wir. Li hin giran bi cih bûye, lê belê her tim derbê dixwin û hesabê wê didin.”
Dijmin matmayî ma
Karayilan ragihand ku şerê Heftanînê şerekî hewayî û teknîkî ye û anî ziman, ku dewleta Tirk dixwaze bi saya teknîka hewayî Heftanînê dagir bike.
Karayilan got, ”Ji 17’ê Hezîranê heta 17’ê Tîrmehê dikarim bîlançoya şerê mehekê yê li Heftanînê eşkere bikim: Di nava van 31 rojan de hevalên me 95 çalakî li dijî dijmin li dar xistin. 236 leşkerên dijmin hatin kuştin. 18 birîndarên wan hatin tespîtkirin, lê hejmar zêdetir e. Derb li 6 helîkpterên Kobrayê hatin xistin. Di şer de 24 hevalên me şehîd bûn. Hevalekî me bi birîndarî dîl kete dest. Bîlançoya şer a mehekê wiha ye. Yanî bi rastî jî şerekî giran diqewime. Encamên vî şerî ji bo me jî ji bo dijmin jî hene. Dibe ku ji aliyê siyasî ve her kes bi rengekî cuda diaxive, lê belê li gorî texmîna min dijmin jî di nava xwe de hesabê vê dike. Ji ber ku dijmin ne li benda vê yekê bû. Şok bû, mat ma. Mesela li Xantûrê xistin, lê dan û piştre gotin ‘dibe ku kes nema be’ û xwest leşkeran deyne herêmê. Lê belê her cara ku hat derb xwar û vegeriya. Ev gelek gelek caran dubare bû. Ji nêzîkatiyên wan tê fêhmkirin ku vê berxwedanê dijmin matmayî kiriye.”
Gerîlayên Heftanînê yên serdema nû ne
Karayilan wiha dewam kir: ”Di rewşa heyî de ev encam li Heftanînê afirî ye; şervaneke/î xwedî îrade, wêrek û bi tecrûbe eger bi rengekî profesyonel tevbigere dikare teknîka serdemê têk bibe, dikare li dij wê şer bike. Vî şerî ev yek ispat kiriye. Bêguman gerîlayên Heftanînê gerîlayên serdema nû ne. Di astekê de bi rêbazeke nû tevdigere, kûr dibe. Taktîk û rêbazên nû bi cih tînin. Çawa? Mesela di salên 1990’î de dewleta Tirk gelek caran êriş kirin. Her wiha êriş li ser Heftanînê jî dikirin. Wê demê her carê bi giranî hêzên me xwe vedikişandin. Herêm dihate valakirin, dijmin dihat, hefteyek, du hefte yan jî mehekê diman, piştre jî diçû û kes nedima. Lê niha rewş ne bi vî rengî ye. Kesî xwe ji wir venekişandiye. Rast e; dijmin hatiye û xwe gihandiye hin girên Heftanînê, lê belê gerîlayên Heftanînê jî hîn li Heftanînê ne. Ev rêbazeke nû ye. Bi vê rêbazê em dixwazin şer daîmî bikin.”
Şerê li Heftanînê nesekine
Karayilan ragihand ku rewşa li Heftanînê bi vî rengî ye û got, ”Ji niha û pê ve jî şerê li Heftanînê wê nesekine, wê dewam bike. Hevalên me gelekî bi xwîngermî tevdigerin. Her wiha em nêzîkatiyên ewqasî xwîngermî û çalakiyên hertimî zêde rast nabînin. Divê hinekî bi rêbazên gerîla hêdî hêdî lê belê di astekê de bin.
Berxwedana Heftanînê ji bo me bû tecrûbe. Hin encamên vê tecrûbeyê hene: Ya yekemîn; weke ku min beriya niha got; bi nêzîkatiyeke afirîner teknîka dijmin dikare bê têkbirin, li dijî wan berxwedan û şer dikare bê kirin. Yanî li Heftanînê niha ji bo me ne nêzîkatiya parastina qadê, lê nêzîkatiya taktîkê ya berê xwe dide çalakiyan esas e. Lê belê hate dîtin ku eger bê xwestin û amadekarî bê kirin ketina dijmin a li herêmê dikare bê astengkirin. Ev yek derketiye holê. Encama sêyemîn jî ew e ku dema bi rêbazên gerîla yên serdema nû tevger çêbibe, wê ev yek li dijî dijmin serketinê biafirîne.”
ANF/BEHDÎNAN