Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Sîda li dijî artêşa Tirk a dagirker 4 çalakî kirin û derb li dagirkeran xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Hêzên me li Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediye û Sîdayê li dijî dagirkeran 4 çalakiyên bi bandor li dar xistin.

Artêşa Tirk a dagirker, herêmên Berxwedanê; du caran bi çekên kîmyewî, 12 caran bi balafirên şer, 24 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kirin.”

HPG´ê li ser çalakiyên gerîlayan kite bi kite got,

 

Li Zê (Zapê)

3’ê Kanûnê saet 10:30, 11:00 û 15:00’an de tîmîn me yên bi tevger 3 caran bi çekên giran derb li dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Sîdayê xistin. 

 

Li Metînayê

3’ê Kanûnê saet 14:00’an de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi çekên ferdî hatin hedef girtin.

Helîkopterên Skorsky ku di şeva 3’ê Kanûnê de xwestin li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê dakevin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin hedefgirtin. Piştî derbên hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê derkevin.

 

Sûcên şer ên dewleta Tirk

3’ê Kanûnê saet di navbera 17:00-18:00’an de çeperên şer ên Şehîd Botan ên herêma Berxwedana Çemçoyê 2 caran bi çekên kîmyewî hatiye bombekirin.

BEHDÎNAN