Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xwe dewam dikin. Di şertên zehmet ên zivistanê de bi qasî ku hate tespîtkirin gerîlayan herî kêm dagirkerekî din kuşt û 2 dagirker jî birîndar kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di encama çalakiyên hêzên me de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên berxwedanê 2 caran bi bombeyên qedexekirî, carekê jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Di heman demê de 38 caran bi balafirên şer, 58 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kirin.”

HPG´ê kite bi kite li ser çalakiyên gerîlayan got, 

 

Li Zê (Zap)

11'ê Kanûnê saet di 09:00´an de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

11'ê Kanûnê saet di 11:00, 11:30 û 17:00´an de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran sê caran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xist.

 

Li Metînayê

2'ê Kanûnê sate di 09:30, 10:00 û 11:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, tîmên me yên YJA Starê 3 caran bi çekên giran li dagirkeran xist.

11'ê Kanûnê saet di 11:00 û 12:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran derb li dagirkeran xistin.

11'ê Kanûnê saet di 14:20 û 16:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger 3 caran bi çekên giran û 7 caran jî bi çekên ferdî li dagirkeran xistin.

11'ê Kanûnê saet di 16:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê li dagirkeran xistin. Di encamê de 2 dagirker birîndar bûn.

11'ê Kanûnê sate di 15:20 û 16:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî 2 caran li dagirkeran xistin.

11'ê Kanûnê saet di 20:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran 2 caran derb li dagirkeran xistin.

11'ê Kanûnê danê êvarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger 14 caran dest li helîkopterên Skorsky werdan ku hewl didan hêzên xwe li qadê daynin. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê biçin.

 

Sûcên şer ên dewleta Tirk

11'ê Kanûnê saet di 14:30'î de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Heman demê dagirkeran malzemeyên plastîk û lastîkên wesayitan şewitandin û dûyê bi jehr şandin nava çeperên berxwedanê.

11'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, çeperên şer ên li Şehîd Pîrdoxan 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

BEHDÎNAN