Li derdora gundê Leylegê yê Gimgima ser bi Mûşê, di şerê giran ê di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên gerîla de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şerî û necamên şerî got, "Di encama çalakiyên hêzên me de 9 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê carekê bi bombeyên qedexekirî, 5 caran bi balafirên şer, 28 caran jî bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran bombe kir.”
HPG´ê li ser çalakiyên gerîlayan jî kite bi kite got,
Li Zê (Zapê)
4'ê Kanûnê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.
4'ê Kanûnê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger di çekên giran li dagirkeran xistin û dagirkerek ceza kirin.
Li Metînayê
4'ê Kanûnê saet di 11:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Li Serhedê
18'ê Mijdara 2022'an li derdora gundê Leylegê yê navçeya Gimgimê ya ser bi Mûşê, di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de 7 dagirker hatin cezakirin. Hevrêyê me Aso di vî şerî de bi rengê fedaî bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyekî me jî dîl kete destê dijmin.
HPG´ê li ser şehîd Aso Ferzad got, “Hevrêyê me Aso ku têkoşîna azadiyê bi fedakariyeyek mezin, bi şerekî fedaî meşand, rastiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya têk naçe careke din raxist pêş çavan. Em careke din dixwazin destnîşan bikin ku xeta berxwedanê ya hevrêyê xwe Aso ji xwe re bikin esas.
Em ji malbata hêja ya milîtanê pêşeng ê Apoyî hevrêyê me Şehîd Aso re, ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin; em soza xwe dubare dikin ku jiyana ku şehîdên me afirandiye, biparêzin; armanca Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin.
Hevrêyê me Aso li bajarê Rewanser ê ser bi Kirmaşanê di nava malbateke eşîra Caf de ji dayik bû. Hevrê Aso sala 2012’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Aso, gerîlatiya xwe li qada Qendîlê destpê kir, û li gelek Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam kir.
Hevrê Aso piştî ku pêvajoya perwerdeyê serketî bi dawî kir, weke fermandarekî gerîla yê jêhatî çû Bakurê Kurdistanê û li dijî dewleta Tirk a dagirker şerekî bi bandor da meşandin. Hevrê Aso bi mîrateya têkoşînê ya ku li pey xwe hiştiye, careke din rêya jiyana bi rûmet nîşanî hemû ciwanên Kurd da.”
Nasnameya şehêîd wiha hat ragihandin:
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Aso wiha ne:
* Aso Ferzad (Seyîd Perendek) ê li Rewanser ji dayik bûye, kurê Tûba û Elî Muhemed, 18'ê Mijdara 2022’yan li Mûşê şehîd bû.
BEHDÎNAN