Gerîlayên HPG'ê di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê" de, li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li ser Girê Şehîd Bêrîtan yê li Heftanînê û Girê Giyê yê li Bêgovayê bi balafirên bêmirov ên bi çek çalakî kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku her du çalakiyên li Heftanîn û Bêgovayê ji bo bîranîna şehîdên Skenderûnê hatine kirin.
Daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye: "Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' de; 28'ê Cotmehê li herêma Heftanînê bi balafirên bêmirov li dagirkerên li ser Girê Şehîd Bêrîvan xistin. 29'ê Cotmehê jî baregeha Girê Biyê ya artêşa Tirk a dagirker a li nehiya Bêgova ya navçeya Zaxoyê bi balafirên bê mirov ên bi çek hate bombekirin. Gerilayan di herdu çalakiyan de ku bi rengekî serketî pêk hatin, li herdu hedefên xwe yên diyarkirî xistine û dagirker hatine cezakirin."
HPG'ê her wiha ragihand ku veguhastina hêzên PDK'ê ya ber bi navçeya Akrê ya Garê hîn jî dewam dike.

ANF/BEHDÎNAN