- Cemîl Bayik hişyar kir û got: “Ti kes bila li dijî PKK’ê rapor maporan amade neke, biryarê didin bila li dijî Tirkiyeyê bidin û bêjin, ji erda me derkeve.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bû mêvanê ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV û li ser hin bûyerên di rojevê de axivî.
Bayik di axaftina xe de bal kişand ser rapora ku der barê dagirkeriya dewleta Tirk de pêşkêşî Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye kirin û weha hişyar kir: “Lazim e ti kes wisa li dijî PKK’ê rapor maporan amade neke, gavan neavêje. PKK ji Heftanînê jî dernakeve, gerîlayên PKK’ê wê heta dawiyê gelê Kurd, mirovahiyê biparêzin. Wê vê wezîfeyê pêk bînin, kes nikare pêşî li wê bigire. Ji ber wê lazim e biryara ku bidin li dijî Tirkiyeyê bidin. Bêjin bila Tirkiye ji Başûr derkeve.” Bayik li dijî hewldanên avakirina sîstema cerdevaniyê ya li Behdînanê jî bang li gel kir ku bi hişyarî tevgere û dijî şerê qirêj ê dewleta Tirk bisekine.”
Xweserî heqê Êzîdiyan e
Bayik bi bîr dixe ka çawa Iraq û PDKê Êzîdî di nava lepên DAIŞê de hiştine û got, “Eger saziyên rêxistinên Êzidiyan bi xwe hebûna, hêzên wan parastina xwe hebûya, dikarîbûn xwe biparastana. Ew felaket bi serê wan de nedihat. Îro hin pêngav li ser wî esasî avêtine, ew pêngav baş in. Lê belê divê wan xurtir bikin. Yanî gelê me yê Êzidî lazim e bi xwe bawer be, ji kesî bawer neke… Eger xweseriya xwe pêk nînin, li xwe xwedî dernekevin, rêxistina xwe ya siyasî, dîplomatîk, aborî, eskerî bi pêş nexin dîsa wê ferman li wan rabin. Ji bo fermanên nû li wan ranebin lazim e vê ji bo xwe pêş bixin. Ev mafê wan e, wan ew heq kiriye. Kes nikare bêje, hûn ji bo çi ji bo xwe xweseriyê dixwazin. ” Bayik xwest 3 Tebaxê weke roja ‘Qirkirna Êzidiyan’ bê pejirandin.
Ew egîdên mirovahiyê ne
Bayik qala şer û egîdên li Heftanînê kir û berxwedana wan silav kir û got: “Ji bo wan hurmeta xwe nîşan didim. Ew ne tenê ji bo PKK’ê wê berxwedanê dikin. Ne tenê ji bo Bakur, ne tenê ji bo Başûr wê berxwedanê dikin. Ew ji bo tevahiya gelên herêmê, ji bo mirovahiyê li ber xwe didin. Ew şervan şervanên rûmeta mirovahiyê diparêzin. Ew leheng in, egîd in. Fedayî ne. Ji bo gelê Kurd jî ji bo mirovahiyê jî xwe feda dikin. Di şexsê Esmer, Nûcan, Memyan, Rustem Cûdî de hemû şehîdên berxwedana Heftanînê ez silav dikim, ez ji bo wan hurmetê xwe diyar dikim, li pêş wan bejna xwe ditewînim.”
Şerê bi Tirkiyê re bi NATOyê re ye
Bayik bi nêzîkbûna pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê di serî de Fermandarê Mezin Egîd bi bîr anî û qala lehengên peyrewên wî û qehremanên li Heftanînê li ser heman rêûresmê ber bi rojê ve dimeşin kir û got: “36 sal in fermandar Egîd û şervanên wî şer dikin. Li dijî dewleta Tirk derketin, têkoşîn ne wer hêsan e. Ji ber ku ne tenê li dijî dewletekê derketine, têkoşînkirine. Ew dewlet dewleteke NATO ye. Li pişt wê dewleta NATO heye. Sîstemek heye, bi alîkariya wan li ser Kurdan qirkirinê dimeşîne. Li dijî dewleteke welê derketin heye. Ji bo wê derketina pêngava 15’ê Tebaxê pêngaveke dîrokî ye, mîladî ye ji bo gelê Kurd.” Bayik xwest keda Rêber Apo û fermandar Egîd neyê jibîrkirin.
Divê ciwan pêngavê mezin bikin
Bayik silav da ciwanên bi kampanya “Bikeve Tevgerê” yên li Ewrûpa û Kurdistanê têdikoşin û ji bo wan got: “Di serî de ez milîsên HBDH, YPS hemûyan silav dikim. Bi rastî ew wezîfeya xwe ji bo civaka Kurd, Tirkiyeyê pêk tînin. Dixwazin bêhtir vê wezîfeyê mezintir pêk bînin. Lazim e ku mezintir pêk bînin. Tiştê ku dikin ne kêm e, di nava faşîzma AKP-MHP’ê de. Ji ber ku faşîzm nahêle ku du mirov jî bigihêjin hev. Di van şertan de wan çalakiyan dikin. Ji ber wê maneya wê heye. Hurmeta wê her kes lazim e bizane. Ew milîs û YPS jî vê pêngava ku ji bo gelan li dijî faşîzmê pêş xistî, divê hê zêdetir jî xurt bibe. Baweriya min ew e jî wê hê xurtir û pêş bixin.”