Gerîlayên HPG/YJA Starê, li Colemêrg, Dêrsim û Agiriyê çalakî kirin. Herî kêm 7 eskerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê derbarê çalakiyan de daxuyanî da. Li gorî vê daxuyaniyê çalakiyên hatine kirin ev in:
HEFTANÎN: 10'ê Tebaxê saet 07.50'an hêzên me, li Girê Qesrokê yê devera Partîzanê li dijî eskerên dagirker çalakiyeke suîkastê kir. Di vê çalakiyê de 1 eskerê dijmin hat cezakirin.
Eynî rojê, saet 14.30'an hêzên me yên YJA Starê, li devera Bektorya li dijî eskerên li Girê Katosulê çalakiyeke suîkastê kir û di çalakiyê de 1 eskerê dijmin hat cezakirin.
8'ê Tebaxê li devera Pîrbûla ji ber şerê giran bi hevalekî me re têkîliya me qut bû. Hevala me Sorxwîn Amed, di şerê li devera Pîrbûlê de li dijî hêzên dijmin heta bi guleya xwe ya dawî bi awayekî fedayî şer kiri û tevlî nav karwanê şehîdan bû.
9'ê Tebaxê saet 21.00'an artêşa TC'ê ya dagirker li dijî devera Pîrbûlayê êrişa hewayî kir. Di van êrîşê de hevrêyên me Ferman û Mazlûm şehîd bûn.
COLEMERG: Hêzên me yên YJA Starê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, li derdora qereqoa Zînê yekîneyên veşarî yên dijmin demeke dirêj piştî ku kirine bin kontrola xwe, 11'ê Tebaxê (doh) sibehê bi taktîka sabotajê yekîneya dijmin kirin hedef. Derbeke serketî li vê  yekîneya dijmin hatiye xistin û di vê çalakiyê de 3 eskerên dijmin hatin cezakirin.
DÊRSIM: 10'ê Tebaxê saet 07:30'an hêzên me li navçeya Xozatê ya Dêrsimê, li gundê Çakmaklî li dijî kontrayên di çêkirina qereqolê  de dixebitin, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de, derbeke serketî li wesaîta kontrayan hat xistin, lê hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat tespîtkirin.
AGIRÎ: Hêzên me, li navçeya Bazidê ya Agirî, li nêzî gundê Mişkê yekîneyeke veşarî ya artêşa TC'ê ya dagirker bi temamî kontrol kir. Yekîneyên dijmin piştî ku demekê hatine kontrolkirin, 9'ê Tebaxê saet 15.00'an hêzên me li dijî van yekîneyên dijmin ji du baskan ve çalakî kirin. Derbeke serketî li vê yekîneya dijmin hat xistin, tespît bûyî 2 esker hatin cezakirin û 3 esker jî birîndar bûn. Hêzên dagirker, êvarkî bi helîkoptêrên Skorskyê eskerên cezakirî û birîndar ji deverê birin.

Gund û war bombe kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, derdora gundê Yekmalê bombebaran kir.
Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên herêmê ragihandin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirek doh nîvrojê, derdora gundê Yekmalê yê ser bi bajarokê Kanîmasiyê yê li navçeya Amediyê ya Dihokê, bombebaran kir.
Derbarê encamên bombebaranê de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin. ROJNEWS/DIHOK

BEHDÎNAN