Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û derb li helîkoptereke din a tîpa Skorsky hate xistin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di çalakiyên bi pêşengiya tîmên bi tevger de 3 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên berxwedanê 6 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 22 caran bi helîkopterên êrişê, 3 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus û hawanan bombe kir."

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîla kir:

 

Li Zê (Zapê)

1'ê Îlonê saet di 22:10'an de tîmên me yên bi tevger li qada Sacayê ji du baskan ve bi çekên giran li helîkopterên tîpa Skorsky xistin. Di encamê de derb li helîpoterekê ket û neçar ma ji qadê biçe.

1'ê Îlonê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Karker, hêzên me bi sekvaniyê li komeke dagirkeran xist û dagirkerek ceza kir. Saet di 18:00 de jî careke din li dagirkeran hat xistin û 2 dagirkerên din jî hatin cezakirin.

Ev çalakî ji bo bîranîna fermandarên leheng ên gelê me hevrêyên me Dogan Jîrkî, Karker Serbest û Rojda Kotol hatin lidarxistin ku li Zapê bi rengekî dîrokî li ber xwe dan, bi fedaîtî şer kirin û tevlî karwanê nemiran bûn.

 

Li Metînayê

1'ê Îlonê saet di 10:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li dijî dagirkerên ku dixwestin bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî êrişî çeperên şer bikin, 2 caran bi taktîka sabotajê çalakî hate lidarxistin.

BEHDÎNAN