Tîmên profesyonel ên gerîlayên Kurdistanê, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Wan 13 leşkerên din ên Tirk ên dagirker kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di encama çalakiyên hêzên me yên li Botanê û Herêmên Parastina Medyayê de 13 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 5 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 8 caran bi balafirên şer, 15 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe kir."
HPG'ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîyan kir:
Li Botanê
13'ê Cotmehê saet di 09:00 de li navçeya Şax a ser bi Wanê, li qada Kato Xelîlayê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê komeke dagirkeran a ji 13 kesan kontrol kir. Hêzên me saet di 17:50'î de ji sê baskan ve bi çekên ferdî li dagirkeran xist. Dewleta Tirk û medyaya wê ya şerê taybet careke din agahiyên derewîn ji bo xapandina raya giştî belav kirin û îdîa kir ku di vê çalakiyê de tenê çawişekî pispor hatiye kuştin. Di vê çalakiyê de 10 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Piştî ku helîkopterên êrişê û balafirên şer bombardûmaneke giran li qadê kirin, dijmin kuştî û birîndarên xwe bi 5 helîkopterên Skorsky ji deverê birin.
Li Zê (Zapê)
16'ê Cotmehê saet di 09:00, 12:00 û 15:50'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran sê caran li dagirkeran xist. Di encama van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.
Li Metînayê
16'ê Cotmehê saet di 22:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.
BEHDÎNAN