Li Amedê, bi mehan e ku tabelaya navê Parka Hafiz Akdemîr nehatiye nûkirin. Hafiz Akdemîr nûçegihanê Ozgur Gundemê bû û beriya bi 32 salan hatibû qetilkirin 

Li navçeya Sûrê ya Amedê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr di 8’ê Hezîrana 1992’yan de ji aliyê endamên Hîzbullahê ve hatibû qetilkirin. Navê Hafiz Akdemîr ji aliyê şaredariya DBP’î ya wê demê ve li parkeke li navçeya Peyasê ya Amedê hatibû kirin. niha qeyûmê dewleta Tirk Şaredariya Peyasê dagir kiriye. Rêvebeirya vî qeyûmê dagirker, bi hinceta “nûkirinê” tabelaya parkê beriya bi mehan jê kir, lê hê tabelaya navê parkê nehatiye nûkirin. 

Malpereke herêmî ku li Amedê weşanê dike, diyar kiribû ku Qeymeqamê Peyasê û qeyûmê dagirker Unal Koç, navê parkê weke “Yeşîlkuşak” guhertiye. Li ser vê îdîayê em li Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê geriyan û Midûriyetê diyar kir ku navê parkê nehatiye guhertin û piştî ku tabela amade bibe, ew ê dîsa bê daliqînin. 

MA/AMED