Gelo ew hestî yên Kevcî ne?

În 30 Kanûn 2022 - 00:25

Li taxa Arabûkê ya navçeya Curnê Reş a Rihayê, di 7'ê hezîranê de li nav zeviyê di dema berhevkirina keviran de di bin erdê de di hundirê 3 kîsikan de hestiyên mirovan hatibûn dîtin. 

Xwediyê zeviyê ku li Enqereyê dimîne, piştî vê di 21'ê Tîrmehê de serî li Walîtiya Rihayê da. Piştî serlêdanê bi rojekê cendirme çûn nav zeviyê û di bin çavdêriya dozgeriyê de cihê hestî lê hatibûn dîtin kolandin û 9 perçeyên aîdê mirovan dîtin. 

 Ji ber ku hestî li vê taxa ku di salên 1990'î de wekî "Baregah JÎTEM'ê" dihat bikaranîn û aîdê cerdevanên ji eşîra Bûcakê hatin dîtin, malbatên kesên ku di cinayetên kiryar nediyar de hatine kuştin û windakirin ketin nav liv û tevgerê. 

Malbatên Ahmet Kalpar, Huseyîn Taşkaya, Şefîk Geçgel, Faîk Kevcî, Adnan Bagca û Nazim Babaoglû ku di navbera 1993-1994'an de hatin windakirin, bi rêya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Baroya Rihayê serî li Serdozgeriya Komarê ya Curnê Reş dan. 

Piştî serlêdanê hestî ji bo lêkolînê ji Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê re hatin şandin. Di rapora ATK'ê de, hat diyarkirin ku hestî aîdî mêrekî ne. Piştî ku şahidan gotibû Faîk Kevcî li vî cihê ku hestî lê hatine dîtin hatiye qetilkirin, malbata Kevcî ji bo DNA'yê xwîn da Nexweşxaneya Wêranşarê. 

Hevserokê ÎHD’ê ya Şaxa Rihayê Mûstafa Vefa ku vê mijarê ji nêz ve dişopîne, diyar kir ku di dosyeya lêpirsînê de tu pêşketin rû nedane. Vefa îşaret bi rapora ATK'ê kir û got: "Rapora ku tê de tê gotin hestî yên mêrekî ne, daxilî nava dosyeyê hat kirin." Vefa da zanîn ku di hundirê dosyeyê de 6 malbatên serlêdêr hene û got: "Lê tenê ji malbatekê xwîn hatiye stendin. Şahidên li wî gundî, gotibûn dibe ku ev cenaze yê xizmê wan Faîk Kevcî be. Dozgeriyê jî ewilî dor da malbata Kevcî. Xwîn ji Tiba Edlî re hat şandin. Ger ne yê malbata Kevcî be, wê xwîn ji malbatên din jî bê wergirtin."  

Vefa diyar kir ku ji dozgeriyê re gotine divê tevahiya herêmê bê vekolandin, ji lew re ev dever berê wekî baregeha JÎTEM'ê hatiye bikaranîn. 

 

Divê aqûbeta wendakiriyan bê lêpirsîn 

Vefa destnîşan kir ku divê lêpirsîn bê berfirehkirin û wiha got: "Ev qas xizmên windayan hene. Li pê wê ne ku bê ka ev mirov sax in yan na? Ger ne sax bin jî, qet nebe dixwazin gorek wan hebe. Lewma divê bi baldarî nêzî dosyeyê bibin."  

Vefa anî ziman ku ji bo heqîqetê divê aqûbeta mirovên di cinayetên kiryar nediyar de hatine qetilkirin baş bê lêpirsînkirin û got; "Em ÎHD, OHD û Baroya Rihayê bi baldarî vê dosyeyê dişopînin. Divê dora herêmê bi tevahî bê girtin, wekî cihê bûyerê bê binavkirin û bi baldarî dest bi lêkolînan bê kirin. Em rêxistinên civaka sivîl çi ji destê me bê em amade ne bikin."

 NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.