Gelê Başûr ji bo Rojava li ser piyan e

Çarşem 21 Çile 2026 - 17:00

  • Li Dukan, Pîremegrûn, Çemçemal, Silêmanî, Helebce û Kifrî gel ji bo piştgiriya berxwedana Rojava daket qadan û bang kirin ku êrişên li ser Rojava bêne rawestandin. Mamoste û dengbêjên Şengalê ji daxûyanî dan û berxwedana Rojava silav kirin.

Li gelek navçe û bajarokê Başûrê Kurdistanê, li dijî êrişên berdewam ên çeteyên Colanî û dewleta Tirk a dagirker, dengê piştgirî û piştevaniyê ji bo berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê bilind dibe.

Li bajarokê Dukan, Pîremegrûn û Çemçemal a sînorê Silêmaniyê, di çarçoveya piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê û dijî êrişên çeteyên Colanî û dewleta Tirk a dagirker, xwepêşandan hatin lidarxistin.

Welatiyan bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo rawestandina êrişan hewl bidin û ewlehî û aramiya Rojavayê welat mîsoger bikin.

Her wiha hate gotin ku divê li dijî zalim şer bikin û li dijî hemû xiyanetan rawestin.

Mamostayên olî jî ragihandin ku wê mînder û kursiyan derxin kolanan û li dijî hemû êriş û xiyanetên li dijî gelê Kurd rawestin. Her wiha destnîşankirin ku Colanî hewl bi navê Quran û olê Îslamê hewl dide gelê Kurd qir bike, divê tevahiya gelê Kurd li dijî van êroş û qirkirinan raweste.

Silêmanî

Konvoya gel a sêyemîn ji bo tevlîbûna li seferberiyê ji Silêmaniyeyê ber bi Rojava ve bi rê ket.

Piştî banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, ji Bakur, Başûr û her derê ku Kurd lê ne bi hezaran kes ji bo parastinê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.

Di vê çarçoveyê de vê sibehê jî karwanek din yê gel ji Silêmaniyê ber bi Rojavayê Kurdistanê bi rêket.

Doh jî ji Silêmanî û derdora wê du karwanan ji bo tevlî seferberiya Rojava bibin, berê xwe dabûn Rojavayê Kurdistanê.

Helebce û Kifrî

Çalakiyên piştevaniya bi rojavayê Kurdistanê re yên li Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. 

 Li parêzgeha Helebce û bajarokê Kifrî ya ser bi îdareya Germiyanê, ji bo piştevaniya berxwedana rojavayê Kurdistanê û li dijî êriş û dagirkeriya HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên dewleta Tirk, daketin qadan. 

 Çalakvan, rewşenbîr û welatiyên Helebceyê bi çalakiyek girseyî ragihandin ku divê partî û aliyên siyasî ji bo têkoşîna li dijî êrişan yekgirtî bin.

 Her wiha li bajarokê Kifrî ya ser bi îdareya Germiyanê, li dijî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê bi beşdariya ji heft salî heta heftê salî xwepêşandan hate lidarxistin. Xwepêşanderan bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo rawestandina êrişan hewl bidin.

Mamosteyên Şengalî berxwedana gelê Rojava silav kirin

Mamosteyên Saziya Ziman û Perwerdeya Şengalê ku girêdayî Rêvebiriya Xwser a Şengalêne,  îro li navenda bajarê Şengalê li ber Medresa Zarîfe Osê (Medresa Sor) bi pankarta ‘Şengal û Rojava Yeke’ ji bo piştgiriya gelê Rojava daxuyanî dan.Daxuyanî ji aliyê Mamoste Seîd Xwedêda ve hate xwendin.Di daxuyaniyê da bang li hemû mirovahî hate kirin ku li Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin û heman demê da bang li saziyên navnetewî jî hate kirin ku li Rojavayê Kurdistanê berpirsiyariya xwe ya mirovî bi cih bînîn. Berfirehiya daxuyaniyê wihaye;

“Em wekî saziya ziman û perwerdeya Şengalê pîştgiriya xwe ji bo gelê me yê Rojava diyar dikin û dibêjin Rojava ji bo mirovahiyê xeta sore.

Wekî tê zanîn gelê me yê Rojava ji bo ax û hebûna xwe biparêzin, bi hezaran şehîd dane. Lê di roja îro da çeteyên hikumeta demkî ya Surî yên ku tenê navê xwe guhertine, bi navê DAIŞ’ê tên zanîn. Carekî din êrişên gelê Rojava dikin. Îro gelê me li Rojava di nav komkujiyekî mezin da ye û bi hezaran kes ji werê xwe koçber dibin. Di van êrîşan de bi sedan şehîd û bîrindar hene. Li Rojavayê Kurdistanê komkujî tên kirin.

Jiber wê em wekî mamoste û rewşenbîrên Şengalê bang li hemû mirovahiyê dikin; li Rojava xwedî derkevin, bang li Netewên Yekbûyî dikin berpirsiyariya xwe ya mirovî bi cih bînîn.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku sala 2014’an li Şengalê komkujî pêkanîbûn, niha jî komkujiyê liser gelê Rojava pêk tînîn.

Em wekî mamosteyên Şengalê carekî din pîştgiriya xwe ya jibo gelê xwe yê Rojava radigihînîn û dibêjin herder Rojavaye em bi berxwedaniya gelê xwe yê Rojava re ne.”

Ji dengbêj û tembûrvanên Êzidî ji piştgirî hat

Piştgiriyek jî ji Kolektîva Saza Êzî ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat. Dengbêj û tembûrvanên Êzidî bi nîşandana helwesta xwe û gotinan stranê piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan dan.

Dengbêj Berces Xelef berxwedana Rojava silav kir û got: “Her bijî egîdên Rojava ku şereke mezin didin. Em jî bi deng û tembûra xwe bi gelê xwe yê Rojava re ne. Çeka herî mezin ev tembûre, em jî bi tembûra xwe li gel wanin. Heya dilopek xwîn di laşê me de heye, emê li pişt wan bisekinin.”

Peyama Tembûrvan Îdo Çêlkî ji wuha ye: “Silavê me ji xelkê me yê Rojava re heye. Ew gelek tişt ji bo me kirin. Emê bi stran û tembûra xwe li pişt wan bisekinin.”

 

* * *

Qubad Talabanî: Misogeriya me hevgirtina Kurdan e

Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek parve kir. Talabanî, got: “Em Kurd ji cîhan û rayedaran naxwazin ku me biparêzin, di şûna wê de, em tînin bîra wan ku ev ne cara yekeme ku ew li dijî Kurdan piştgirî didin dijberên Kurd, her carê piştî salan ew fêr bûne ku ew êş kişandine, tenê ji bîr neke ku wan carekê piştgirî da rejîma Baasê li dijî Kurdan. Lê Kurd man û Baas bi cîhanek tijî trajedî û tawan tune bû.”

Talabanî bi domdarî got: “Em bi wijdanî ji her kesî re tînin bîra xwe ku ev ne tenê êrişek li ser Rêveberiya Xweser û Rojavayê Kurdistanê ye, ew êrişek li ser rûmeta Kurdan li tevahiya cîhanê ye, ku li dijî terorîzmê şer kirine û bê cudahî gelê Sûriyê parastine.

 Em bi hesta hevgirtinê ya hemû Kurdan serbilindin û ev jî yekane garantiya hebûna me ye ku em bi erkê xwe dizanin ku em her hewlekê bidin daku alîkariya xort û keçên xwe yên wêrek yên li Rojava bikin, vê rewşa dijwar û tevlihev rawestînin, rewşê asayî bikin û mafên wan di çarçoveya destûra herdemî de misoger bikin.”

Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn: Armanca Colanî qirkirina Kurdane

Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ya Silêmaniyê ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûna endamên Komeleyê, çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn û Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Silêmaniyê Cemîl Hewramî axivî.

Cemîl Hewramî destnîşan kir ku êrişên komên çete yên Sûriyeyê ku bi fermana Colanî li ser Rojavayê Kurdistanê tê kirin, bi armanca qirkirina gelê Kurde. Hewramî diyar kir ku bi tundî êrişên hêzên Colanî li ser gelê wan ê Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin. Her wiha Cemîl Hewramî bêdengiya civaka navneteweyî ya beramberî êrişan şermezar kir û banga helwestek ciddî kir. SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.