Li Tûnisê, lîderê partiya muxalefetê Reşîd Xennûşî gef xwar bi 'şerê navxweyî', piştre jî hat girtin.
Şefê partiya En-Nehda (Tevgera Nehda) Reşîd Xennûşî ku destpêkê Biratiya Misilman, piştre jî modela AKP'ê ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji xwe re kir esas, di 17'ê Nîsanê de hate girtin.
Gannûşî yê 81 salî, di Tîrmeha 2021'ê de parlament bi rê ve dibir, lê Serokkomar Seîd Kaîs parlamen hingê betal kir.
Çavkaniyên Wezareta Karên Hundir piştrast kirin ku wan Xennûşî ji ber daxuyaniyên şerê navxweyî, kiriye nezaretê.
Xennûşî dawiya hefteyê bi daxuyaniyekê ragihand ku eger Îslam a siyasî ya ku partiya wî di nav de ava bûye ji holê bê rakirin, dibe ku Tûnis bi 'şerekî navxweyî' re rû bi rû bimîne.
Ofîsên Ennahda hatin girtin
Ofîsên partiya En-Nehda ya ku weke AKP’a Tûnisê jî tê binavkirin, li seranserê Tûnisê hatin girtin. Çavkaniyên En-Nehdayê ragihandin ku ofîsên wan li seranserê Tûnisê hatine girtin û kombûna li van ofîsan hatiye qedexekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN