Filma Les Filles Du Soleil (Keçên Rojê) a ku derhêneriya wê Eva Husson kiribû, li Tirkiyeyê bû sûc! Filma ku behsa berxwedana jinên Kurdan a li dijî DAIŞ’ê dikir, di çarçoveya “propagandaya rêxistinê” de sûc hat hesibandin.
Nazim Bayram ku li navçeya Maciran (Doganşehîr) a Meletiyê dijî, piştî ku 5’ê Gulanê film li ser hesabê xwe yê înternete parve kir, hat binçavkirin. Bayram piştî ku îfadeya xwe da, hat berdan. Piştî mehekê derheqa wî de îdianame hat hazirkirin. Wî bixwe dît ku bi filma ku li dinyayê belav bûye, ‘’propagandaya rêxistinê’’ kiriye! Di ser de jî 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê îdianame qebûl kir. Nazim Bayram wê 9’ê Îlon here mehkemê.
MA/MELETÎ