• Meşa ciwan û înternasyonalîstan di roja 6ʼan de ye. Ciwanên 90 kîlometro li pey xwe hiştin ji bo azadiya Rêber Apo dimeşin.

PERVÎN YERLÎKAYA

Meşa ciwan û înternasyonalîstan di roja 6ʼan de ye. Ciwanên 90 kîlometro li pey xwe hiştin ji bo azadiya Rêber Apo dimeşin. Di meşê de 200 ciwan cih digirin û ji gelek welatên Ewrûpayê beşdar bûne. Ji Elmanya, Franse, Spanya, Swîsre, Ingilistan û Hollandayê bi qasî 20 înternasyonalîstên ciwan jî beşdarî meşê bûne.

Ji bajarê Marsîlyayê yê Franseyê Emilie Dupont a beşdarî meşê bûye dibêje, “Ez ji bo azadiya Abdullah Ocalan û piştgiriya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hatime. Pêdiviya me bi birêz Abdullah Ocalan heye. Bi ya min her kesê jiyaneke azad dixwaze temsîl dike. Li vir hevrêtiyeke xweş heye. Divê em konfederalîzma demokratîk destek bikin ji ber ku rêya bi tenê ya azadiyê ye.”

Luica Garcia ya ji Spanyayê tevî pênc hevalên xwe beşdarî meşê bûye dibêje, “Ocalan ji bo min lîderekî mezin e. Fikrên wî ji bo me xizneyeke mezin e. Azadiya wî girîng e. Ji bo gelan hemûyan rêber e, û ew sembola azadiyê ye. Erê tecrîdkiriye, lê ew mirovê herî azad ê cîhanê ye.

Felix Veber ji Berlînê hatiye, gelekî bi coş e, û 7 meh berê dest bi hînbûna Kurdî kiriye, dibêje, “Fedekarî û şoreşgeriya Kurdan bandor li min kir. Ez çepgirekî elman im, û bersiva gelek pirsên di pirtûkên Ocalan de bûn.”
Paula Muler jî ji Elmanya beşdar bûye û kêfxweşiya xwe tîne ziman û dibêje, divê ciwanên azadîxwaz hemû hînî jiyana alternatîf bibin.

Stephen Aceria ya ala Antifa ji destê xwe danayne û dibêje, li ser navê Antifa beşdar e, û Ocalan weke pêşengrol model dibîne.

Sara Kuna ya Îtalî jî dibêje, ez li vir weke di nava malbeteke mezin de bim û Abdullah Ocalan ji bo paşerojeke xweş alternatîfeke baş pêşkêş dike.