• Fatîh Dag bi salane bi pey şopa kurê xwe Ahmet Arîf Dag ketiye. Kurê wî tevlî DAIŞ’ê bûye û bav dibêje, agahiya wê çêbûye ku kurê wî derbasî Tirkiyê bûye û ditirse kurê wî êrişeke xwekuj pêk bîne.

Fatîh Dag ê 46 salî ku li Çewlikê dimîne, ji 3 salan zêdetire li kurê xwe yê tevlî DAÎŞ’ê bûye digere. Kurê Fatîh, Ahmet Arîf Dag ku di sala 2018’an bi gotina “ez diçim seyranê” ji malê derket û êdî venegerî malê, tevî çar hevalên xwe beşdarî DAIŞ’ê bû. Fatîh Dag ji wê rojê ve li lawê xwe digere û deriyek name ye lê nedaye. Lê di demeke nêzîk de bi hewldanên xwe agahî bi dest xistiye ku lawê wî derbasî Tirkiyê bûye û ditirse kurê êrişeke xwekuj pêk bîne. 

Mejiyê wan şuştin

Dag diyar dike ku endamên DAIŞ’ê mejiyê lawê wî şuştine û da zanîn ku lawê wî di sala 2013’yan de li Çewlikê ji lîseya pîşe û bazirganiyê mezûn bûye û got: “Ji bo kurê min stajê bibîne me şand cem xizmê me F.D.’yê karê kompîtûrê dike. Piştî ku li cem vî kesî staj dît me ferq kir ku di cil û bergên wî û fikrên wî de guhertin çêbûye. Me di vê mijarê de gelek caran ew hişyar kir lê her tim ji me re digot ‘hûn kafir in’. Piştî demekê çû Islah-Der’a li Beşyola Çewligê.” Dag da zanîn ku weke wan bi sedan malbatan giliyê van komeleyên ku mejiyê ciwanan dişon û ji DAIŞ’ê re dişinîn kirine û got: “Ji ber ku têkildarî van komeleyan tti tişt nehat kirin tevî astengkirina me jî dîsa kurê min diçû û dihat vê komeleyê. Piştî demekê kurê min di sala 2017’an de hat girtin û 2 mehan di Girtîgeha Çewligê de ma." 
 
Ji Çewlîkê gelek zarok beşdar bûn

Dag diyar kir ku ji ber guhertina kurê xwe bi fikar bûn, çûn bi dozger re axivîn ku kurê wî di girtîgehê de bê girtin û got: “Piştî ku kurê min ji girtîgehê hat berdan ez pê re axivîm. Ji min re got ‘min êdî zanî ka ev kî ne, ez êdî naçim cem wan'. Lê me xapand. Di 28’ê îlona 2017’an ji holê winda bû.”

Paşê bi pey kurê xwe dikeve. Diçe cem hevalên wî feyde nake. Diçe cem polîs û dozgeran guh nadinê. Û talî fêhm dike ku divê ew bi xwe tiştekî bike. Di vê gera xwe de dibîne gelek malbatên din li Çewlîkê hene rewşa wan weke ya wî ye. Tevî van malbatan dixebite û hîn dibe ku kurê wî di nava rêxistina hucreyê de ye. Pêşî fêhm nake ka maneya vî çi ye. Paşê hîn dibe ku kesên di nava rêxistina hucreyê de êrişên xwekujiyê pêk tînin û ji kesên din ên nava rêxistinê têne veşartin.
 
Hatiye û dîsa çûye

Dag dibêje, cara ewil 23'ê Nîsana 2018’an li ser Facebookê bi kurê xwe têkiliyê datîne. Ew difikire ku kurê wî jê re bibêje poşman e, lê berevajî kurê wî hewl dide wî îqna bike. Cara diduyan di Kanûna 2018’an de dîsa li ser Facebookê bi kurê xwe re dipeyive û kurê wî jê re dibêje, zewicî ye û li bendê ye ku zarokek jê re çêbibe. Hingê ew difikire ku wê êdî kurê wî ji ya xwe vegere.
Dag da zanîn ku beriya sal û nîvê dema li kurê xwe digere, kesên ku xwe wek “îstîxbaratê” bi nav dikin pê re diaxivin û hewl didin jê agahiyan bigirin. Li gorî wan jî kurê wî li Idlibê hatiye dîtin û zewicandina wî piştrast nekirine. Dag jî dibêje, ez hîn bûm kurê min di Nîsana 2020’an de hatiye Tirkiyeyê û dîsa vegeriyaye cihê xwe.”
 
Fikarên min zêde ne

Dag diyar kir ku lêgerîna xwe didomîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di demeke nêz de ez hîn bûm ku kurê min careke din hatiye Tirkiyeyê. Kurê min di nava rêxistineke hov de cih digire. Ez bi fikar im ku kurê min li cihekî êrişa xwekujiyê pêk bîne û zirarê bide sivîlan. Bi vê fikarê dixwazim dengê min bê bihîstin. Jiyan diyarî mirovan hatiye kirin. Mafê ti kesî tune ku vê ji mirovan bigire. Min ev gelek caran ji kurê xwe re jî got. Ez pê ne bawerim ku tiştekî wisa bike lê dîsa jî li gorî agahiyên min bi dest xistine fikarên min zêde bûne. Ez dizanim ku min kurê xwe ji aliyê zihnî ve winda kiriye lê dema êrişeke xwekujiyê pêk bîne, hin kesan bikuje ez ê aciz bibim. Ji bo li ber vê bibim asteng tişta ji destê min tê dikim. Em bê çare ne. Gelek malbatên weke min bê çare hene.”

MA/AMED