- Aktîvîst dibêjin, “Lutzerrath bleibt” (Lutzerrath dimîne) û ew li dijî polêsan û kapîtalîzmê li serê daran û di tunelan de li ber xwe bidin.
Dewleta Elman ji bo ku şirketa RWE ya enerjiyê komirê ji binê erdê derêxe, bi dadgeriya xwe biryara ji xwepêşanderan valakirina gundê Lutzerrathê da. Aktîvîstên ku li gund û li daristanêwê li dijî kolana erdê cihê xwe girtin, li ber êrişên polêsan li ber xwe dan. Hinekan ji aktîvîstan, ji bo ku valakirina gundî derengtir bixin, sîstemeke tunelan di binê erdê de kolan. Gava mirov li dîmenê wan dinihêre, bivênevê ji xwe dipirse, gelo wan feyza xwe ji Zapê girtiye. Axir aktîvîst dibêjin, “Lutzerrath bleibt” (Lutzerrath dimîne) û ew li dijî polêsan û kapîtalîzmê li serê daran û di tunelan de li ber xwe bidin.
NAVENDA NÛÇEYAN