Fermandarê Zagrosê

Yekşem 19 Tîrmeh 2020 - 23:00

SERDAR SEMSÛR
ANF/BEHDÎNAN

Ji fermandarên gerîla Alî Xebat Mêrdîn bi nasnav Mehmet Tûnç sala 1966'an li gundê Açikgola yê Nisêbînê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin dibe, sala 1993'an li Ewrûpayê berê xwe dide nava tevgera azadiyê ya Kurdistanê. Piştî demekê di nava xebatên gel de dimîne, tevlî perwerdeya Rêber Apo dibe û derbasî çiyê dibe. Li çiyê herî zêde li qada Zagrosan dimîne.


Ali Xebat weke fermandarê Zagrosan dihate naskirin. Kî li Zagrosan mabe, li wir kar kiribe, ji Zagrosan derbas bûbe, ne gengaze ku navê Alî Xebat nebihîstibe. Hevrêyên wî yên têkoşînê Dûran Kalkan wiha qala Alî Xebat dike: "Kesayeta Mêrdinê û cewherê wê yê welatparêzî, meşeke rasteqîn, her wextê di şexsê xwe de bi gewde kiribû.”


Ji hevrêyên wî yên têkoşînê Gurcan têkildarî fermandar Alî Xebat wiha got, "Hem pîrtûkên Serokatî hem jî pîrtûkên derve dixwend. Hevalê Alî Xebat dixwest her tiştî bi hevalan re parve bike. Di her karî de bi pêşengiyê radibû, temenî wî her çîqasî mezin be jî wekî cîwanekî dînamîk tevlî her karî dibû. Hevalê Alî Xebat her digot; 'Hem artêşa xwe mezin bikin, hem armancê xwe mezin bikin û hem jî Serokatî baş nasbikin'.
Egîdê Mêrdînê û fermandarê Zagrosê di 27’ê Çileya 2016’an bi sekteya dil tevlî karwanê nemiran bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.