- Heqî Armanc, fermandar Erdal (Engîn Sîncer) ê di sala 2003'an de şehîd bûye, bibîr anî û got: Fermandarekî pêşeng bû, wî di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de kedeke mezin da welat, gel û mirovahiyê.
Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Heqî Armanc, bi wesîleya salvegera 20´an a şehadeta Fermandar Erdal (Engîn Sîncer) ji ANF'ê re axivî.
Heqî Armanc qala naskirina xwe ya fermandar Erdal kir û got, “Min hevrê Erdal di Mijdara 1996’an de li geliyê Basretê yê Gabarê nas kir. Dema ku me bi hevrêyê xwe, Fermandarê Eyaleta Botanê Cemal re sohbet dikir, me dît ku du-sê hevrê ji aliyê din ve ber bi me ve tên. Beriya ku kesek ji me re bêje kî li pêş dimeşe, me di cih de zanibû ku hevrê Erdal e. Ji ber ku berê hevrêyan ewqas teswîr û vegotina kesayeta Erdal kiribû ku dema derket pêşberî me, me ew bi hêsanî nas kir. Em hîn bûn ku yekîneya di bin fermandariya hevrê Erdal de li herêma Findikê çalakiyeke serketî li dar xistine û piştre hatine cem me. Piştî ku di çend deqeyên pêşî de me hal û wextê hev, li rewşê pirsî, wî dest pê kir ku bi dirêjî rave bike ka wan çawa çalakî plan û organîze kiriye.
Li Gabarê serketî bû
Hevdîtina me ya duyemîn di Kanûna 1997’an de dîsa li nêzî gundê Sipîviyan ê Gabarê bû. Em ji vir ji bo perwerdehiya taktîk a ku di binesaziya Fermandariya Eyaleta Botanê de hatibû birêxistinkirin, diçûn Bestayê. Dema ber bi sibehê ve em gihiştin mintiqa Rûsor a herêma Şerîban, em ji tekmîla ku li ser cîhazê hatiye dayîn hîn bûn ku li Gabarê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin û li gelek cihan şer qewimiye û dijwar bûye. Di vê navberê de hevrê Erdal hewl dida li ser cîhaza piçûk xwe bigihîne hevrêyan da ku bizane dijmin ji ku derê hatiye, li kîjan xetê ye, şer li ku diqewime û perspektîf dida hevrêyan. Ji ber ku hevrê Erdal du sal bû di fermandariya Gabarê de bû û herêma xwe hemû baş nas dikir. Hêj me xwe negihandibû Bestayê, em hîn bûn ku hevrêyên me li dijî hêzên operasyonê çalakiyên bi bandor li dar xistine û bi cezakirina bi dehan leşkerên dijmin gelek çek bi dest xistine. Diyaloga hevrê Erdal bi wan hevrêyan re yên ku di vê dema kin de di nav operasyonê de bûn p û perspektîfên ku wê dan wan ji me re bûn alîkar ku em baştir fêm bikin ka ew çiqas fermandarekî şer ê jêhatî ye.
Dijmin baş dişopand
ji ber kesayeta xwe ya kêfxweş û bi coş, her tim hevrêyan hemûyan rêz ji Hevrê Erdal re digirt. Dema pêwîst bû, fermandarekî jêhatî, dema pêwîst bû şervan û dema pêwîst bû ji hevrêyê xwe re xizmetkarekî fedakar bû. Bi jiyan û tevlîbûna xwe bû xwedî helwêsteke Apoyî ku her tim ji fermandar û şervanên wî re bû mînak. Aliyekî din ê şêwaza fermandariya Erdal ev e: Dijmin baş dişopand, hewl dida fêm bike, kîjan alî qels e, kîjan aliyê wan bi hêz e û li gorî wê li plan û taktîkan hûr dibû. Wî dizanibû ku çalakî û şerê serketî di detayan de ye. Û her tim li ser detayan disekinî û zelal dikir û bi hevrêyên derdora xwe re parve dikir.
Samîmî nêzî hevrêyên jin dibû
Li pêşberî rol û mîsyona ku Rêber Apo dabû jinan, hin kêmasiyên me hebûn. Hevrê Erdal her tim li hemberî van kêmasiyan têdikoşiya. Bi nîqaşkirina wê, bi taybetî di nav hevrêyên xwe yên mêr de hewl dida ku rengekî diyar bide. Bi hevrêyên jin re yên ku bi wan re dixebitî, ahengek çêkiribû û karîbû ruhekî kolektîf biafirîne. Bi awayekî samîmî û dilnizm nêzî hevrêyên xwe yên jin dibû û piştgirî dida wan. Wî kêmasî rexne dikirin. Lê belê ew hevrêyekî welê bû, yê ku her tim bawerî dida û girîngî dida xebata bi hevrêyan re.
Şoreşgerekî mezin bû
Hevrê Erdal di nav me de weke fermandarekî rûken tê naskirin. Di jiyana xwe ya şoreşgerî de fermandarekî pêşeng bû ku kedeke mezin da welat, gel û mirovahiyê. Fermandarekî dihat hezkirin bû, ji ber samîmiyet û dilnizmiya wî, hevrêyên wî hemûyan jê hez kir. Şoreşgerekî mezin bû ku li ser me hemûyan kedeke mezin da û di dîroka me ya şoreşgerî de şopên ku nayên jibîrkirin, hiştin. Ez dixwazim diyar bikim ku weke hevrê û şervanê wî em ê xwedî derkevin li mîrateya ku wî ji me re hiştiye û her tim hewl bidin layiqî bibîranînên wî bin.
NAVENDA NÛÇEYAN