Li gelek bajarên Elmanyayê qirkirina li ser Şengalê hate protestokirin û cangoriyên vê qirkirinê hatin bibîranîn.
Ji bo salvegera 7’emîn a qirkirina li ser Şengalê pêr li Dusseldorf, Bielefeld, Nurnberg, Giessen û Sarbruckenê çalakî hebûn.
Li Dusseldorfê çalakgera TJK-E’yê Besîma Konca di mîtîngê de axivî û got “Îro dîsa bi wesîleya roja reş em li hev kom bûn. Di dîroka Kurdistanê de qirkirin, tecawiz û li hemberî wê berxwedan û serhildan heye. Yek ji van a herî nêz jî fermana 74’emîn a li ser Şengalê bû. Ev ferman ne bi tenê êrişa li ser DAÎŞ’ê bû, di heman demê de bi destûra NATO’yê re û bi piştgiriya Tirkiye û Iraqê hate kirin. Lê civaka Êzîdî bi pêşengtiya şoreşa jinan xwe rêxistin kiriye û ev qetlîam pûç kiriye.”
NAVENDA NÛÇEYAN