Parlementerên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca û Semra Guzel çûn Şengalê û beşdarî merasîma bîranînê ya qurbaniyên Şengalê bûn.
Li Şengalê pêr bernameya bîranîna Fermana Şengalê bi beşdariya bi hezaran kesan destpê kir. Piştî peyamên meclîs û saziyên Şengalê, mêvanên ji derve hatibûn Şengalê jî peyamên xwe gihandin.
Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca jî yek ji beşdarên bernameya fermanê bû. Feleknas Uca wiha axivî: ‘’Em ê li birînên Şengalê xwedî derkevin. Ne 74 ferman, ne Peymana 9’ê Cotmehê, ne jî DAIŞ dikare li ber berxwedana gelê Şengalê bisekine.” ŞENGAL